Piştî 7 salan zarokên Dêrazorê perwerde dibin

Li herêmên bakur û rojhilat sala perwerdeyê ya nû dest pê kir. Zarokên Dêrazorê yên koçber bûne piştî 7 salan ji mafê perwerdeyê bê par mabûn, dîsa li xwendinê vedigerin.

Piştî 7 salan zarokên Dêrazorê perwerde dibin
Piştî 7 salan zarokên Dêrazorê perwerde dibin
Piştî 7 salan zarokên Dêrazorê perwerde dibin
Piştî 7 salan zarokên Dêrazorê perwerde dibin
Piştî 7 salan zarokên Dêrazorê perwerde dibin
Piştî 7 salan zarokên Dêrazorê perwerde dibin
18 îlon, 2018   06:24

DILSOZ DILDAR / HESEKÊ

Yek ji rêxistinên mirovî UNICEF li kampa koçberan a Erîşê ya 30 km dikeve başûrê bajarê Hesekê, 3 dibistan vekirin. Dibistan ji bo zarokên koçberên Dêrazorê hatin vekirin.

Dibistan pêşwaziya bi hezaran xwendekarên seretayî dike. UNICEF  pêwîstiyên xwendinê pêşkêşî xwendekaran dike.

Mîna herêmên din ên ku ji aliyê komên çete yên DAIŞ‘ê ve hatibûn dagirkirin,  bi hezaran xwendekar ji xwendinê bê par mabûn, ji ber ku çeteyan dibistan veguherandibûn baregehên leşkerî û girtîgehan, di encamê de nifişeke bêperwerde ava bû.

Der barê mijarê de, Amir Abd El-Hac ku yek ji mamosteyên dibistana Zihûr El-Emel a kampa Erîşê ye, qala astengiyan kir û ev tişt got: "Gelek xwendekar hene temenên wan 12 salî ne lê refa yekê dixwînin, ji ber ku dibistan nedîtine, ev ji bo me pir zehmet e, bi taybet di aliyê danûstandinan de. Em mecbûr in pêşwaziya hejmareke diyar bikin, qasî hezar û 200 xwendekarî. Lê di demên dawîn de hejmara koçberên kampê zêde bû û malbat ji bo zarokên xwe serlêdanê dikin, dîsa em neçar in wan pêşwazî bikin." Ebd El-Hac destnîşan kir ku projeyên ji bo xwendekarên navîn jî hene.

Li gorî axaftina mamoste Amir Abd El-Hac, zarokên ji temenên 6-12 salî fêrî waneyên erebî, înglizî, kurdî, bîrkarî û zanyarî" dibin. Zarok li gorî 3 danan têne belavkirin ji saet 08:00‘an heya 13:30’an perwerde tê dayîn.

Li ser bingehê ku şênî zimanên din ên pêkateyên derdorê nas biken, Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Cizîrê ji bo perwerdeyên bi zimanê kurdî li kampê bi rêveberiya kampê re koordîne kir.

Li ser vê yekê mamosteya zimanê kurdî Hêlîn Korkîn Abdulqadir hate erkdarkirin. Hêlîn ji beriya 6 mehan ve tê kampê, li ser mijarê wiha dibêje: "Qebûlkirina xwendekaran ji bo zimanê kurdî baş e û asta fêrbûna wan jî baş e, ji ber ku zimanê kurdî zimanekî sade ye, zû tê fehmkirin."

Hêlîn destnîşan kir ku ev gav bi koordîneya rêveberiya kampê pêk hat û wiha got: "Em hemû li welatekî dijîn, divê em zimanê hev zanibin."

Kampa Erîşe 1‘ê Hezîrana 2017‘an ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve hate vekirin. Hejmara koçberan li vir derdora 10 hezarî ye.

(bb)

ANHA