Endamên jin ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn perwerdeya xwe bi dawî kir

Akademiya Şehîdên Şêxmeqsûdê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Jin) dewreya bi navê Şehîd Suheyla bi tevlêbûna 20 endaman bi dawî kir.

17 îlon, 2018   11:00

HELEB

Dewreya perwerdeyê 17 rojan dewam kir, tê de waneyên li ser girîngiya perwerdeyê, parastina rewa, jineolojî û perwerdeyên leşkerî hatin dayîn.

Merasîma bidawîkirinê li Akademiya Şehîdan a li herêma Şiqêf hate lidarxistin. Akademî bi wêneyên têkoşeran û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hate xemilandin.

Di merasîmê de nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî, malbatên şehîdan û şervanên YPJ'ê amade bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê endamên ku perwerdeya xwe bi dawî kir, toraneke leşkerî li dar xist.

Di merasîmê de endama rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Jin) Ranya Hesen, endama rêveberiya Kongreya Star Nehle Mistefa û xwişka şehîd Suheyla Zeyneb Elîko axivîn û dewre li endaman û malbatên şehîdan û hemû şervanên li eniyên şer pîroz kir. Piştî ku axaftin bi dawî bûn, endamên perwerdeyê sûnda leşkerî xwar.

Paşê fermandara Hêzên Ewlekariya Hundirîn Rehşan Heleb, fermandar Gulistan Heleb, endama rêveberiya Kongreya Star Şervîn Delîl û fermandara YPJ'ê Perwer Şoreş bawername li endaman belav kirin.

Merasîm bi stranên gelêrî û gerandina govendê bi dawî bû.

(jo)

ANHA