Noqteyên tenduristiyê li gundên Kobanê têne vekirin

Meclisa Tenduristiyê ya Kantona Kobanê bi armanca kêmkirina barê welatiyan, gelek noqteyên tenduristiyê ku dikarin rewşên hêsan derman bikin, li gundên kantona Kobanê vekirin.

Noqteyên tenduristiyê li gundên Kobanê têne vekirin
Noqteyên tenduristiyê li gundên Kobanê têne vekirin
Noqteyên tenduristiyê li gundên Kobanê têne vekirin
Noqteyên tenduristiyê li gundên Kobanê têne vekirin
Noqteyên tenduristiyê li gundên Kobanê têne vekirin
17 îlon, 2018   06:39

HÊZA HESEN / KOBANÊ

Meclisa Tenduristiyê ya Kantona Kobanê heta niha 4 noqteyên tenduristiyê li gundên Mînas ê rojavayê Kobanê, Hilinc, bajarokê Taşlûk ê rojhilatê Kobanê û gundê Xilomer ê li başûr vekirin. Her wiha hêza meclisê heye ku noqteyên din li gundên kantonê veke.

Noqteyên tenduristiyê nexweşiyên hêsan derman dikin. Di noqteyê de herî kêm du hemşîre rojane dixebitin.

Hevseroka Meclisa Tenduristiyê ya bajarê Kobanê Hedle Hesen diyar kir ku di destpêkê de noqteyên tendrustiyê li 12 taxên Kobanê vekirin. Piştre bi armanca kêmkirina barê welatiyan ji ber dûrbûna nexweşxaneyan ji gundan, dest bi vekirina noqteyên tenduristiyê li gundan kirin.

Hedla armanca vekirina noqteyan wiha anî ziman: "Armanca me pêşkêşkirina xizmetê ji şêniyan re û her wiha zanakirina şêniyan li ser nexweşiyan û şopandina rewşa tenduristiya wan e."

Hedla tekez kir ku li gorî pêwîstiyên welatiyan dê noqteyên din vekin.

Ji aliyê xwe ve welatiya bi navê Xanim Ebas a ji gundê Hilincê destnîşan kir ku ew ji ber vê gavê kêfxweş in û ji nexweşxaneyên dûr baştir e.

Hisên Hesen yek ji şêniyên gundên Kobanê ye û wiha got: "Piraniya şêniyan erebeyên wan tune ne. Ji ber wê di çûyîna nexweşxaneyên Kobanê de zehmetî dikişandin. Bi vekirina noqteyan re barê şêniyan sivik bû."

Her wiha welatiyê bi navê Şewket Ebas ê ji gundê Şêran ê rojhilatê Kobanê bang li meclisê kir ku noqteyeke tenduristiyê li gundê wan vekin.

(şx)

ANHA