ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17.09.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17.09.2018
17 îlon, 2018   04:00

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawîn a pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tunekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Li navçeya Çilaxa ji bo şervanê QSD‘ê Raxib El-Elî yê ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibû merasîmê seraxiyê tê organîzekirin. Saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Cenazeyê şervanê QSD‘ê Zêdan Ebdulrehman ê di qonaxa "Şerê Tundekirina Terorê" de şehîd bibû li goristana Şehîd Xidir El-Hemada tê veşartin. Saet 14:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li Akademiya Şehîdan a Hêzên Asayîşa taxa Şêxmeqsûd dewreya perwerdeyê ya bi navê "Şehîd Suhyela" bi dawî dibe. Saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li bajaroka Bêndir a navçeya Qenaya ya kantona Kobanê bi armanca şermezarkirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşeke tê lidarxistin. Saet 18:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Zanîngeha Kobanê dema qeydkirina şagirtan, heta 27`ê Îlonê dirêj kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-”Pergala tecrîdê ya Îmraliyê û têkiliya bi Îmraliyê re, yekser bi pirsgirêka Kurd re têkildar e. Lewma jî dê tecrîd Tirkiye û Rojhilata Navîn ber bi kaosê ve bibe.” (BI WÊNE).

-Bi dehan şêniyên gundên Dêrazorê gihaştin kampa Îwa ya bakurê bajarokê Hecîn ku cihê herî dawî yê çeteyên DAIŞ'ê ye. Ji aliyekî din ve pêşketinên QSD`ê li herêmê dewam dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şehîd Îlan şervanê Hêzên Antîteror ye. Li çeperên herêma Cindirêsê cih digirt. Îlan her tim gotina şehîd Xeyrî Dûrmûş a “Em deyndarê welat in” dubare dikir. Şehîd Îlan bi çalakiya xwe 22 şervan xilas kirin û êrîşên çeteyan li ser Cindirêsê şikandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Hevserokê Yekitiya Rewşenbîrên Efrînê û Serokê Komîteya Têkiliyan a Partiya Sûriyeyê Pêşerojê dosyaya Idlibê mîna çirav an jî girêkekê bi nav kirin û destnîşan kirin ku destwerdanên derve yên di Idlibê de sînyaleke ber bi amadkirina nexşeyeke nû ji bo Rojhilata Navîn bi gitşî û Sûriyeyê bi taybet ve ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Çalakiya Kongreya Star ku bi dirûşma "Efrîn an Efrîn" li navçeya Şêrawayê tê lidarxistin di roja sêyemîn de bi dawî dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di rizgarkirina herêmên Bakurê Sûriyeyê ji çeteyên DAIŞ'ê rolek sereke lîst. Armanca şervanên jin ku tev li yekîneyê bûne rizgarkirina hemû jinên cîhanê ji zilum û zordariyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jina kedkar Atiya Asxerî 7 sal e bi hunera karê destên xwe têkoşînê li dijî keysbaziyê dide meşandin û  wiha dibejê: “Ez bi karê xwe serbilind im û li dijî keysbaziyê berhemên min dibin bersiv. Karkirina jinan serbilindî ye.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Endamê Mûdîriyeta Şûnwaran a Kantona Efrînê Selahedîn Sîno diyar kir ku Tirkiyê bendên peyamana Lahay ya 1954‘an a girêdayî parastina şûnwaran binpê kir û tekez kir ku Tirkiyê deverên dîrokê yên kantona Efrînê bombaran û talan kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Meclisa Tendurstiyê ya Kantona Kobanê bi armanca sivikkirina barê welatiyan, gelek noqteyên tenduristiyê ku dikarin haletên hêsan derman bikin li gundên Kantona Kobanê vekir.

- Navenda Nesmêt Eml bi hevkariya Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya bajarê Reqayê ji bo vegere zarokan li xwendinê, dewreyên xwendin û nivîsandinê vekir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şaredariya Gel a Tebqayê ji ber kêm derfetan nikare xebatên xwe bi lez bike. Lê dîsa jî di bicihanîna projeyan de berdewam e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA