Parêzera Ocalan: Tecrîd dê Tirkiye û Rojhilata Navîn ber bi kaosê ve bibe

“Pergala tecrîdê ya Îmraliyê û têkiliya bi Îmraliyê re, yekser bi pirsgirêka Kurd re têkildar e. Lewma jî dê tecrîd Tirkiye û Rojhilata Navîn ber bi kaosê ve bibe.”

Parêzera Ocalan: Tecrîd dê Tirkiye û Rojhilata Navîn ber bi kaosê ve bibe
17 îlon, 2018   05:09

MURADA KENDA / NAVENDA NÛÇEYAN

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de bi komployeke navdewletî radestî Tirkiyeyê hate kirin. Ji 11’ê Îlona 2016’an ve jî hikumeta Tirk nahêle malbat, parêzer an jî Heyeta Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtinê bikin û ji wê rojê ve agahiyek jê nayê wergirtin.

Parêzera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Ebru Gunay tecrîda girankirî ya li ser Ocalan ji ANHA’yê re nirxand. Gunay îşaret pê kir ku ji Ocalan tu agahî nayên wergirtin û ev yek hem di hiqûqa hundirîn û jî ya navneteweyî de tê wateya tecrîda mutleq.

Hewl didin bêhiqûqiya li Îmraliyê bixin çarçoveya hiqûqê

Ebru Gunay diyar kir ku herî dawî di 27’ê Tîrmeha 2011’an de parêzeran bi Ocalan re hevdîtin pêk aniye û wiha got: “Heyeta Îmraliyê herî dawî di 5’ê Nîsana 2015’an de serdana Îmraliyê kir. Birayê wî Mehmet Ocalan jî di 11’ê Îlona 2016’an de li girava Îmraliyê hevdîtinek pêk anî. Ev bû serdana dawîn. Piştî 11’ê Îlona 2016’an bi Îmraliyê re tu têkiliyeke nivîskî, devkî yan jî fizîkî pêk nehatiye.”

Gunay detnîşan kir ku pergala tecrîdê ya Îmraliyê dîrekt bi çareseriya pirsgirêka Kurd re têkildar e û wiha pê de çû: “Tu aliyekî xwe yê hiqûqî tune ye ku bi Îmraliyê re temasa fizîkî were qutkirin. Bes ji bo rewşa bêhiqûqî ya heyî rêyek tê peydakirin. Hem di hiqûqa hundirîn, hem jî di hiqûqa navneteweyî de ev rewşa heyî ku ji Ocalan tu agahî nayên wergirtin, bi tenê wek tecrîda mutleq dikare were îzahkirin.”

Astengkirina hevdîtina parêzeran a herî demdirêj a dîrokê li Îmraliyê pêk tê

Gunay diyar kir ku di dîrokê de astengkirina herî demdirêj a hevdîtina parêzeran li Îmraliyê pêk tê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Her wekî tê zanîn, li girava Îmraliyê her tim hevdîtina malbat û parêzeran dihate astengkirin. Beriya Tîrmeha 2016’an bi hincetên wekî “rewşa hewa” û “koster xirabe ye” hevdîtin dihatin astengkirin. Piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê û dûre îlankirina rewşa awarte (OHAL) li Îmraliyê pergala tecrîdê kete rewşeke nû. Di 20’ê Tîrmehê de rewşa awarte hate îlankririn lê belê beriya ku biryara wê di rojnameya fermî de were ragihandin, Dadgeriya Înfazê ya Bursayê di 21’ê Tîrmehê de biryarek da û her cure ziyaret û ragihandina (name, faks, hwd.) bi Îmraliyê re qedexe kir. Piştre jî hemû biryarnameyên rewşa awarte bûn qanûnî û bi yekê êdî li şûna hincetên berê, biryara dadgeriyê ya neqanûnî kete meriyetê. Hemû îtîrazên li dijî vê biryarê jî hatin redkirin.”

Tecrîda heyî bi OHAL’ê re bû tecrîda mutleq

Gunay diyar kir ku 20 sal e li Îmraliyê bê navber û bi awayekî sîstematîk tecrîdê pêk tînin û wiha berdewam kir: “Bi OHAL’ê re pergala tecrîdê ya Îmraliyê kete şiklekî nû û bû tecrîda mutleq. Tecrîda mutleq têgeheke ji rêzê nîn e. Hem bi awayekî fizîkî hem jî fikrî tunehesibandin e û şêwazeke îşkenceyê ye. Jixwe hikumet jî pê dizane ku nêrînên birêz Ocalan dê gel li hemberî mekanîka darbeyê biparêze û ji ber ku çaseriya pirsgirêka Kurd di polîtîkayên şer de dibînin, di tecrîdê de israr dikin.”

DMME û CPT polîtîkaya domandina komployê dimeşînin

Parêzer Gunay got ku Ocalan bi komployeke navneteweyî anîn Tirkiyeyê, di pergala tecrîdê ya Îmraliyêde para hêzên navneteweyî jî heye û wiha axivî: “Bêdengiya hêzên navneteweyî têkildarî vê yekê ye. Nemaze nêzîkatiya Dageha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û CPY’yê derveyî vê komployê nîn e. Li gorî me, carinan paşguh dikin û carinan bi raporên saziyên wekî CPT’yê destekê didin vê yekê. Encama ku komploya navdewletî pêk aniye, bi awayekî din berdewam dikin.”

Gunay destnîşan kir ku pergala tecrîdê bandorê li tevahiya Tirkiyeyê dike û AKP û Erdogan xwe di ser rejîma yekzilamî re didomînin û wiha pê de çû: “Di pêvajoya Îmraliyê ya 20 salan de rastiyeke wiha heye; di navbera şer û tecrîdê de têkiliyeke yekser heye. Pergala tecrîdê bi tenê Tirkiyeyê ber bi şer ve dibe. Rastiyeke wiha li holê ye; polîtîka û pergala tecrîdê bandorê li tevahiya Tirkiyeyê dikin.”

Tecrîd dê Tirkiye û Rojhilata Navîn ber bi kaosê ve bibe

Gunay got ku di pêvajoya heyî de Tirkiye bi tevahî kirine wekî Îmraliyê, ji ber vê yekê jî tecrîd dê Tirkiyeyê jî wekî gelek deverên Rojhilata Navîn ber bi kaosê ve bibe.

Gunay gotina Ocalan a “Di şexsê min de dixwazin Kurdên azad veder bikin û di zindaneke yekkesî de mehkum bikin” bi bîr xist û îşaret pê kir ku Ocalan bi vê gotinê têkiliya diyalektîka di navbera xwe û gelê Kurd de diyar kiriye û wiha pê de çû: “Têkiliya di navbera azadiya birêz Ocalan û azadiya gelan de gelekî xurt e. Di navbera salên 2013-2014’an de di pêvajoya ber bi çareseriyê ve diçû de birêz Ocalan diyar kiribû ku dabînkirina şert û mercên wî yên tenduristî, azadî û ewlehiyê ji bo pêdabirina pêvajoya aştî û çareseriyê hewce ye. Îro di vê qonaxê de ji bo hemû kesên li Tirkiye û Rojhilata Navîn dijîn, mercên tenduristî, azadî û ewlehiyê pêwîst in. Ev her sê şert ji bo aştiya civakî hîmên sereke ne.”    

Ocalan lîstikên serdestan têk birin û piştgiriya gelan kir

Ebru Gunay destnîşan kir ku li her dera cîhanê mentiqê tecrîdê ew e ku di nav demê de bidin jibîrkirin û her wiha bi kesên ku tên tecrîdkirin re fikr û alîgirên wan jî bidin jibîrkirin û wiha axivî: “Bi Ocalan re fikrên wî jî tên tecrîdkirin. Lê belê îro di nav gelan de teza wî ya modernîteya demokratîk dibe sedema hêviyê û gelê Kurd û hêzên demokratîk fikr û felsefeya wî ji xwe re esas digirin. Dîroka têkoşîna birêz Ocalan ji bo gelan li Rojhilata Navîn destkeftî bi dest ve anîne. Di esasê xwe de ev yek bûye sedem ku ji Rojhilata Navîn were derxistin; lîstikên serdestan têk birin û piştgiriya gelan kir. Pergala tecrîdê ya li Îmraliyê jî berdewama vê komplo û mentiqê ye. Bi tecrîdê dixwazin têkiliya di navbera gelan û Ocalan de têk bibin lê belê bi min di vê yekê de bi ser neketin. Ji ber ku di navbera birêz Ocalan û gelan de têkiliyeke wisa heye ku serdest nikarin fêm bikin. Rastiyeke wiha heye; peywendiya birêz Ocalan çi qas bi gelan re hebe, ew qas lîstikên serdesten têk diçin an jî aşkera dibin.”

Şertê tekane yê aştî û çareseriyê rakirina tecrîdê ye

Parêzera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Ebru Gunay diyar kir ku tecrîd şêwazeke îşkenceyê ye û ji hêla Tirkiyeyê ve wek siyaseteke domandina şer tê bikaranîn, hemû kesên nirxên mirovî û mafên mirovan diparêzin divê li hemberî tecrîdê tê bikoşin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hemû kesên li Tirkiyeyê dixwazin şer û kaos biqede û aştî û çareseriyê diparêzin, divê guh bidin Ocalan û her wiha ji bo ku ew deng were bihîstin, tê bikoşin. Şertê tekane yê aştîperweriyê û çareseriyê rakirina tecrîda li Îmraliyê ye. Lewma hemû kesên alîgiriya çareserî û aştiyê dikin, divê li dijî tecrîdê helwesta xwe aşkera bikin. Divê hikumet demildest ji bo ku pêvajo li şert û mercên çareseriyê vegere, tecrîda li ser birêz Ocalan rake û pergala tecrîdê ya Îmraliyê ji holê rake.”

ANHA