‘Bila rêxistinên mafê mirovan xwedî li erka xwe derkeve‘

Hejmarek çalakgerên girava birçîbûnê ya li Amûdê banga li hiqûqa mafê mirovan kirin ku li hemberî tecrîdkirina li djiî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwedî li erka xwe derkeve û tekez kirin ku çalakiyên wan ên ji bo azadiya Ocalan berdewam e.

‘Bila rêxistinên mafê mirovan xwedî li erka xwe derkeve‘
16 îlon, 2018   18:38

ÎBRAHÎM EL-EHMED – EHMED SEMÎR / QAMIŞLO

Li navçeya Amûdê ya herêma Cizîrê, bi armanca şermezarkirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwaza azadiya wî çalakiyên girava birçîbûnê hatin lidarxistin.

Bi sedan şêniyên navçeyê du roj ketin giravê û hewlesta xwe nîşan dan.

Reşad Şêxmûs: Em beşdarî giravê bûnê da ku ji cîhanê re îsbat bikin ku em fedayî rêber Ocalan in. Di bin vê konê de, fesefeya rêbertî tê pêkanîn. Ev du roj in em di girava birçîbûnê de ne. Em kiryarên hikûmeta AKP‘ê şermezar dikin û dibêjin, Rêbertî û hevalên wî ji bo azadî û wekheviyê têdikoşin  û em ê jî şopdarên riya wan bin ta armancên wan bi cih bînin.

Fatima Xelef: Ocalan riya jinan ronî kir û azadî nîşanî me da, em beşdarî vê çalakiyê bûne da ku layiqê têkoşîna rêberê xwe bin. Azadiya Ocalan azadiya jinê ye, ji ber ku Ocalan tekane serok e ku banga parastina mafê hemû jinan dike bêyî cûdabûn. Li ser vê yekê ez bang li hemû jinên cîhanê dikim ku ji bo azadiya Rêberê Netewa Demokratîk çalakiyan li dar bixin.

Reda Mihyedîn: Ev 19 sal in rêbertî di girtîgeha faşîzmaya Tirkiyê de ye, lê yek rojî têkoşîna xwe ya azadiya gelên bindest nesekinandiye. Ez bang li Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafê mirovan dikim, bila ji bo dawîkirina tecrîda li djiî  rêbertî tevbigerin.

Baran Nûredîn: Têkoşîn û çalakiyên me yên ji bo azadiya rêberê mirovahiyê Abdullah Ocalan berdewam e. Dibêjin ku rêxistinên mafên mirovan ji vê tecrîda ku AKP‘ê li ser Ocalan ferz kiriye berpirsyar e.

ANHA