Bi hezaran têkoşer Raxib El-Elî oxir kirin

Bi hezaran şêniyên herêma Dêrîkê bi merasîmekê girseyî cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Raxib Xidir El-Elî yê di pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bû li goristana Şehîd Xebat oxir kirin.

Bi hezaran têkoşer Raxib El-Elî oxir kirin
Bi hezaran têkoşer Raxib El-Elî oxir kirin
Bi hezaran têkoşer Raxib El-Elî oxir kirin
Bi hezaran têkoşer Raxib El-Elî oxir kirin
Bi hezaran têkoşer Raxib El-Elî oxir kirin
16 îlon, 2018   19:29

QAMIŞLO

Şêniyan ji bo wergirtina cenazeya Şehîd Raxib El-Elî li ber nexweşxaneya Şehîd Hogir kom bûn û wêneyên şehîdan hildan.

Şêniyên herêma Dêrîkê, Girkê Legê û Çilaxa bi hemû pêkhateyên xwe, nûnerên saziyên civaka sivîl û partiyê siyasî tev li mersîmê bûn. Kerwana wesayîtan li ber nexweşxanyê bi rêket û di nav kolanên sereke yên Dêrîkê geriya.

Li goristannêendamên Hêzên Erka Xwe Parastinê turnek leşkerî pêşkeş kirin.

Piştre fermandarê Hêzên Erka Xweparastinê Husam El-Berho axivî û sersaxî ji malbat şehîd re xwest û wiha got: "Şehîd minareya me ya têkoşîna li dijî terorê ne."

Ji aliyê xwe ve hevserokê Desteya Hundirîn a herêma Cizîrê Kenan Berekat axivî û got: "Bi saya kesên bi şeref ên hemû pêkhateyên herêmê, herêmên me rizgar bûn û pêngva rizgarkirinê ta paqijkirina Bakurê Sûriyeyê ji çeteyên DAIŞ'ê berdewam e."

Kenana destnîşan kir ku xwîna gelên Rojava di çeperên şer de tev hev bûye û gelên Bakurê Sûriyeyê li ser fikir û felsefeya  Ocalan bûne yek.

Piştî bi dawîbûna axaftinan, wesîqeya şehadetê ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan hate xwend û radestî malbate şehîd kirin.

Ji aliyê xwe malbat şehîd soza şopandina rêya kurê xwe di parastina destkeftiyên Şoreşa Rojava- Bakurê Sûriyeyê de dan.

Di dawiya mersaîmê de girseya gel cenazeyê şehîd Raxib El-Elî di nav berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û tilîliyên dayîkan spartin axê.

(şx)

ANHA