Endamê Asayîşa Til Temir Mihemed Masûm bi merasîmekê hate oxirkirin

Endamê Hêzên Asayîşa Til Temirê Mihemed Masûm li goristana Şehîdên Til Temirê hate oxirkirin.

Endamê Asayîşa Til Temir Mihemed Masûm bi merasîmekê hate oxirkirin
Endamê Asayîşa Til Temir Mihemed Masûm bi merasîmekê hate oxirkirin
Endamê Asayîşa Til Temir Mihemed Masûm bi merasîmekê hate oxirkirin
Endamê Asayîşa Til Temir Mihemed Masûm bi merasîmekê hate oxirkirin
Endamê Asayîşa Til Temir Mihemed Masûm bi merasîmekê hate oxirkirin
Endamê Asayîşa Til Temir Mihemed Masûm bi merasîmekê hate oxirkirin
Endamê Asayîşa Til Temir Mihemed Masûm bi merasîmekê hate oxirkirin
Endamê Asayîşa Til Temir Mihemed Masûm bi merasîmekê hate oxirkirin
Endamê Asayîşa Til Temir Mihemed Masûm bi merasîmekê hate oxirkirin
16 îlon, 2018   18:04

HESEKÊ

Bi tevlîbûne şêniyên Til Temir, Zergan û herêma Serêkaniyê yên kantona Hesekê  cenazeyê endamê Hêzên Asayîşê Mihemed Masûm ê di encama nexweşiyê de şehîd bubû li goristana Şehîdên Til Temirê hate veşartin.

Endamên Hêzên Asayîşê, nunerên saziyên sivîl û partiyên siyasî tev li merasîmê bûn.

Di merasîm de, rêveberê Asayîşa Til Temirê Selman Nûhî, endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Serêkaniyê Şêxa Xelîl û birayê Şehîd Elî Masûm axivîn.

Di axaftinan sersaxî ji malbata şehîd re hate xwest û rola Hêzên Asayîşê de ya di pêkanîna aramiyê de hate silavkirin.

Kesên axivîne, her wiha anîn ziman ku li gel pêşdeçûnên şervanên QSD‘ê têkbirina terorê li bakur û rojhilatê Sûriyeyê nêzîk bûye û hate gotin ku serkeftinên heyî berhemên keda şehîdan e. Her wiha soza pêkanîna armancên şehîdan hate dayîn.

Piştî axaftinan, nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Girse cenaze di nava dirûşme û tilîliyên dayika veşartin.

ANHA