Cenazeyê şervanê QSD'ê Ebû Cibûr hate veşartin

Şervanê QSD'ê Mihemed El-Hemada (Ebû Cibûr) ê di encama kirîza dil de şehîd bibû bi merasîmeke bi heybet hate oxirkirin.

Cenazeyê şervanê QSD'ê Ebû Cibûr hate veşartin
Cenazeyê şervanê QSD'ê Ebû Cibûr hate veşartin
Cenazeyê şervanê QSD'ê Ebû Cibûr hate veşartin
Cenazeyê şervanê QSD'ê Ebû Cibûr hate veşartin
Cenazeyê şervanê QSD'ê Ebû Cibûr hate veşartin
Cenazeyê şervanê QSD'ê Ebû Cibûr hate veşartin
16 îlon, 2018   17:07

TEBQA

Bi sedan şêniyên herêma Tebqayê, di nav de hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê Hind El-Elî û Şiyar Mihemed, Hevseroka Meclisa Zagonsaz a Tebqayê Rewşen Hemê, hejmarek hevserokên komîteyên rêveberiyê û şervan û fermandarên QSD'ê beşdarî merasîmê oxirkirina cenazeyê şervanê QSD'ê Ebû Cibûr bûn.

Kerwanê oxirkirinê li gel berizkirina dirûşmeyên "Şehîd Namirin" ji nexweşxaneya Tebqa ya Niştimanî ber bi goristana Şehîdan ve herikî.

Li goristana Şehîdên Tebqayê merasîm bi turaneke leşkerî û rêzgirtinê dest pê kir.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê Hind El-Elî axivî. Hind di axaftina xwe de keda Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Hêzên Ewlekariya Hindirîn di parastina herêmê de silav kir.

Rêveberê Saziya Malbatên Şehîdan a Tebqayê Abdulkerîm El-Ibrahîm soza şopandina riya şehîdan da.

Piştî wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Şervanan cenaze hilgirtin û di nava dirûşme û tilîliyên dayikan spartin axê.

ANHA