Çalakgerên Amûdê: Çalakiyên me berdewam e ta rakirina tecrîdê

Çalakgerên girava birçîbûnê ya navçeya Amûdê, tekez kirin ku çalakiyên wan ên şermezarkirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam e .

Çalakgerên Amûdê: Çalakiyên me berdewam e ta rakirina tecrîdê
16 îlon, 2018   17:48

QAMIŞLO

Girava birçîbûnê ya şêniyên navçeya Amûdê ku duh bi armanca şeremzarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwaza azadiya wê dabû destpêkirin îro bi daxuyaniyekî bi dawî bû.

Bi sedan şêniyên navçeyê di saetên sibehê de bi cilên spî bi nivîsên "Ji bo Ocalan re azadî" li xwe kiribûn bi ber konê giravê ve herikîn.

Çalakgeran girava xwe bi daxuyaniyekî bi dawî kirin. Daxuyanî ji aliyê Leyla Silêman Mihemed ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Mebesta me ya ji vê giravê şeremzarkirina tecrîda li dijî Rêber Ocalan e, her wiha em dengê xwe bighînin rêxistinên banga mafê mirovan dikin, bila erka xwe ya li hemberî binpkirinên û tecrîda li ser rêberê me pêk bîne.

Em tekez dikin ku çalakiyên me yên li dijî tecrîdê berdewam e ta azadiya rêberê xwe."

ANHA