'Beşdarbûna jinan a di qada siyasî de ji bo avakirina Sûriyeke ne navendî dibe destek'

Hevseroka Buroya Rêxistina Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê Xalîde Ebdo di civînekê de diyar kir ku partî di demekê ku hewcedarî bi tevgerek siyasî hebû hate demzerandin û got, beşdarbûna jinan di xebatên siyasî de destekê dide avakirina Sûriyeyeke ne navendî û pirrene.

'Beşdarbûna jinan a di qada siyasî de ji bo avakirina Sûriyeke ne navendî dibe destek'
'Beşdarbûna jinan a di qada siyasî de ji bo avakirina Sûriyeke ne navendî dibe destek'
'Beşdarbûna jinan a di qada siyasî de ji bo avakirina Sûriyeke ne navendî dibe destek'
'Beşdarbûna jinan a di qada siyasî de ji bo avakirina Sûriyeke ne navendî dibe destek'
16 îlon, 2018   15:41

HELEB

Di çarçoveya rêze civînên ku Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya şaxê Helebê de li dar dixe, Buroya Jinan a partiyê îro bi jinên taxa Şêxmeqsûd civiya.

Civîn bi armanca pênasekirna partiyê û rola jinê di warê siyasî de li hola civînan a beşa rojhilatê taxa Şêxmeqsûd hate lidarxistin.

Nûnerên Buroya Jinan a MSD'ê, Buroya Partiya Yekîtiya Demokratîk, Hevbendiya Niştîmaniya Demokratîk a Sûriyeyê, hejmarek jinên siyasetmedar û rewşenbîr, endamên rêveber ên komînan û bi dehan jinên taxê beşdarî civînê bû.

Civîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre hevseroka Buroya Rêxistina Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya şaxê Heleb Xalîde Ebdo axivî û diyar kir ku aloziya Sûriyeyê dirêj bû, hemû civînên bi armanca çareseriyê nikarîn herîkîna xwînê rawestandina û wiha domand: "Di demekê de ku hewcedarî bi tevgerek siyasî hebû, partiya me hate avakirin."

Her wiha di axaftina xwe de Xalîde rola jinê di warê siyasî bibîr xist û wiha got: "Em dibînin ku bi beşdarbûna jinê di warê siyasî de dê karibe di danîna destûrê de û avakirina Sûriyeyek pireng û na navendî de rola xwe bilîze."

Xalîde di berdewam axaftina xwe de destnîşan kir ku ji ber rola jinan ya kêm di warê siyasî de, fatoreya şer zêde dan. Her wiha diyar kir ku ji vê bingehê Partiya Sûriyeyê Pêşerojê  wekheviyê di navbera her du zayendan de pêk tîne.

Xalîde di dawiya civînê de bang li jinan kir ku tev li buroyên partiyê bibin û rolên xwe bilîzin.

(şx)

ANHA