Partiyên TEV-DEM‘ê yên berê mekanîzmeya xebata xwe ya nû gotûbêj kirin

Partiyên ku berê di bin banê TEV-DEM‘ê de tevdigeriyan mekanîzmeya xebata xwe ya nû gotûbêj kirin.

Partiyên TEV-DEM‘ê yên berê mekanîzmeya xebata xwe ya nû gotûbêj kirin
16 îlon, 2018   15:19

QAMIŞLO

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) di kongreya xwe ya sêyemîn de ku 27‘ê Tebaxê li dar xistibû, gelek biryaran girtin, ji wan partiyên siyasî ji tevgerê bêne cûdakirin û derve tevgerê xebatên xwe berdewam bikin.

Partiyên di bin sêwana TEV-DEM‘ê de kar dikirin ev bûn; Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Partiya Lîberal a Kurdistanê, Partiya Aşîtiya Demokratîk a Kurdistanê, Partiya Kombûna Niştimanî ya Kurdistanê û Partiya Demokratîk a Kurdistanê – Sûriya.

Partiyên navborî, bi armanca nîqaşkirina mekanîzmeya xebatê civîneke ji çapemeniyê re girtî li dar xistin.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyê di hindirê civînê de, partiyan li hev kirin ku xebatên xwe bi awayekî hevbeş bidomînin û partiyên din jî peywendiyan çêbikin da ku erka xwe ya li hemberî gelên bakurrojavayê Sûriyeyê pêk bînin.

ANHA