Akademiya Şehîd Xalid Ilêwî dewreya 6'emîn vekir

Bi armanca pêşxistin û perwerdekirina beşek herî mezin ji civakê, Akademiya Şehîd Xalid Ilêwî ya girêdayî Akademiyên Civaka Demokratîk dewreya xwe ya 6'emîn bi navê Şehîd Esad Tebqa vekir.

Akademiya Şehîd Xalid Ilêwî dewreya 6'emîn vekir
Akademiya Şehîd Xalid Ilêwî dewreya 6'emîn vekir
Akademiya Şehîd Xalid Ilêwî dewreya 6'emîn vekir
Akademiya Şehîd Xalid Ilêwî dewreya 6'emîn vekir
Akademiya Şehîd Xalid Ilêwî dewreya 6'emîn vekir
16 îlon, 2018   14:32

TEBQA

Dewreya perwerdeyê bi beşdarbûna 40 endamên saziyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Reqayê bi navê "Şehîd Esad Tebqayê" hate destpêkirin

40 hînber ji saziyên û gerînendeyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê tev li dewreya Şehîd Esad Tebqa bûn.

Dewre dê 27 rojan bidome. Di dewreyê de gelek waneyên têkildarî têgehên Girîngiya Perwerdê, Netewa Demokratîk, Dîroka Jin, Dewlet û Desthiladarî, Şerê Taybet, Çand û Exlaq û gelek waneyên din dê werin dayîn.

Dewre bi mersaîmekê hate vekirin. Merasîm bi deqeyek rêzgirtin li ser giyana şehîdan dest pê kir. Piştre endamê Meclisa Sûriyeya Demokratîk Hesen Mihemed Elî axivî û girîngiya perwerdeyê ji bo bi destxistina fikra azad destnîşan kir.

Ji aliyê xwe ve endamê rêveber ê Akademiya Şehîd Xalid Ilêwî, Adil Mihemed axivî û diyar kir ku armanca sereke ya van dewreyan avakirina mirovên xwedî fikrên azad û rast da ku welat ava bikin e.

Tê bibîrxistin ku Şehîd Esad Tebqa beriya vê bi salekê li gundê Retla di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bûbû.

(şx)

ANHA