Heyva Sor a Kurd 24 seatan li ser kar e

Tîma Heyva Sor a Kurd a gerok di navbera gundên rojavayê bajarê Reqayê de digere û nexweşan derman dike.

Heyva Sor a Kurd 24 seatan li ser kar e
Heyva Sor a Kurd 24 seatan li ser kar e
Heyva Sor a Kurd 24 seatan li ser kar e
Heyva Sor a Kurd 24 seatan li ser kar e
Heyva Sor a Kurd 24 seatan li ser kar e
Heyva Sor a Kurd 24 seatan li ser kar e
16 îlon, 2018   09:04

HEMÎD EL-ELÎ / REQA

Heyva Sor a Kurd ambulansek ji aliyê tîma tenduristiyê û derman ji gundên rojhilatê bajêr re peyda kirin, tîma tenduristiyê rojane berê xwe dide gundên rojava ku bi giştî 50 gund in.

Dema ku ambulans digihîje gundan, noqteyekê ji bo dermankirina welatiyan dibînin û bê pere derman li ser welatiyan belav dikin, dema ku dermankirin li wî gundî xelas dibe, diçin gundekî din.

Li gorî ku kadroyên tenduristiyê diyar kir, rewşên herî derketine pêş, nexweşiyên çermî ne, ev jî ji ber gemarbûna avê ku xetên sereke ji bo pêdiviyên malê dikevin nava hev û rewşên îltîhaba mîdeyê, îltîhaba mecerî boliyê û nexweşiyên zarokan in.

Kadroyên tenduristiyê da zanîn ku hin rewşên wekî laşmanya û gelek nexweşiyên din dişînin nexweşxaneyên bajêr.

Kadroyê tenduristiyê Xelîl El-Ehmed axivî û wiha got: "Tîmên me yên girêdayî Heyva Sor a Kurd serdana gundên rojavayê bajarê Reqayê dikin û bê pere nexweşan derman dikin û dermanan didin wan."

(jo)

ANHA