Li Girê Spî pirsgirêka avê

Şêniyên Taxa Şehîd Sadiq (Hara El-Leyl) ya bajarê Girê Spî diyar kir ku ava kanalîzasyonê û ava bîran tevlihev dibe û gazinên xwe dikin. Şaredariyê jî soza çareserkirina pirsgirêkê da. 

Li Girê Spî pirsgirêka avê
Li Girê Spî pirsgirêka avê
Li Girê Spî pirsgirêka avê
Li Girê Spî pirsgirêka avê
Li Girê Spî pirsgirêka avê
Li Girê Spî pirsgirêka avê
16 îlon, 2018   08:43

GULISTAN MIHEMED / GIRÊ SPÎ

Beriya çend salan kolandina bîran li Girê Spî belav bû, ji ber ku av li hemû şebekeyên avê belav nedibû, ji bo wê welatî neçar man ku bîran bikolin. Li Taxa Şehîd Sadiq (Hara El-Leyl) ava kanalîzasyonê tev li ava bîran dibe, ji bo wê jî av nayê vexwarin.

Welatî ji şaredrariya daxwaz dikin ku pirsgirêka wan çareser bikin, welatî dibêjin ku şaredarî berpirsyar e, ji ber ku ava giştî nagihîje taxê û ev yeke jî dibe sedema kolandina bîran.

Celîle Osman yek ji jinên taxê dibêje ku ji dema avakirina taxê heta roja îro welatiyên taxê zehmetiya kişandina avê dibînin û şaredarî soz dide lê sozên xwe pêk nayne. Celîle ji aliyên peywendîdar xwest  pêdiviyên welatiyên Taxa Şehîd Sadiq û pirsgirêka avê çareser bikin.

Şemsê Ismayîl da zanîn ku kolandina bîran beriya çend salan ji ber çareseriyeke demkî bû lê çend sal derbas bûn û rewş nehat guhartin. Şemsê wiha got: "Ji ber madeya kilsê û keskayî bin avê, ava bîran nayê vexwarin lê em neçar in ava bîrê vexwin, ava şaredariyê di seatên derengiya şevê tê, ji bo wê nikarin avê rakin."

Welatiyên taxê dît ku kanalîzasyon û ava bîran dikevin nava hev, hin kesan got ku ji ber şikandina şebekeyên kanalîzasyonê dibe sedem ku av derbasî erdê bibe û bigihîje ava bîran.

Hevserokê komîteya Şaredariya Gel Mesûd Mihemed wiha got: "Ava bîran nabe ku were vexwarin, kêmbûna ku welatî dikişînin ji ber avabûna taxê şebeka avê ya taxê biçûk e, em ê di rojên pêş de şebeka avê biguherînin ku bigihîje hemû malan."

Mesûd Mihemed da zanîn ku dê kolandina bîran qedexe bikin û yên hatin kolandin bigirin.

(jo)

ANHA