Komîteya Aborî ya Tebqa dest bi alîkariya cotkaran kir

Gerînendetiya Çandiniyê ya Tebqayê ji bo piştgiriya cotkaran û  teşwîqkirina çandiniyê, cureyên tovê herî baş û semad belav dike.

Komîteya Aborî ya Tebqa dest bi alîkariya cotkaran kir
16 îlon, 2018   09:05

AYŞE MIDEWER / TEBQA

Gerînendetiya Çandiniyê ya girêdayî Komîteya Aborî ya Tebqayê di 2'yê Îlonê de dest bi belavkirina piştgiriya bi cotkaran re kir.

Têkildarî mijarê û li gorî serjimariya berê ku Gerînendetiya Çandiniyê li ser qadên çandiniyê yên avî û bejahî çêkiribû, komîteyê miqdara madeya mazotê li gorî qada çandiniyê û cureya berhemê li gorî vê rêzê diyar kir:

Mazot

Gerînendetiya Çandiniyê diyar kir ku rûbarê zeviyên bejahî 70 hezar hektar û li gorî wê mîqdara mazotê ya pêwîst milyonek û 400 hezar lître ye, yanî ji bo her hektarekê 20 lître mazot. Lê ji bo zeviyên avî rûbarê wê 8 hezar hektar e û ji bo her hektarekî 40 lître mazot e. Yanî mîqdara mazotê 320 hezar lître ye.

Tov

Ji bo piştgiriya cotkaran bi tovan û bi taybet genimê ter, nêzî 48 hezar donim zevî ji bo çandiniyê hatine veqetandin. Li gorî wê rûbarê milyonek û 680 hezar kg tov hatiye diyarkirin, yanî 35 kg tov ji bo her donimekî.

Semad

Gerînendetiyê du cure semad (Yurya –Super Fosfat) û li gorî cureya berhemê bi vê rêzê dê belav bike:

Rûbarê zeviyên avî ku bi genim hatine çandin nêzî 48 hezar donim e. Ji bo her donimek zevî dê 30 kg semada yurya û 25 kg ji semada fosfat were diyarkirin.

Qadên zeviyên ku cehê avî û berhemên din nêzî 32 hezar donim in. Her wiha ji bo her donimek 15 kg semad yurya û 10 semad fosfat dê were diyarkirin.

Hevserokê Gerînendetiya Çandiniyê yê Tebqayê Xalid El-Esker diyar kir ku ew ruxsetan li cotkaran ji bo teşwîqkirina çandiniyê bi cureyên tovê herî baş û semad belav dikin. 

Tê zanîn ku Gerînendetiya Çandiniyê ya girêdayî Komîteya Aborî ya Tebqayê di 2'yê Îlonê de dest bi belavkirina piştgiriyê kir.

(şx)

ANHA