Muhleta hefteyan ji bo jihevxistina El-Nusra û Bagera Cizîrê mijarê vê hefteyê bûn

Helwesta Tirkiyeyê tevlîhev bûye piştî lihevkirina wê bi Rûsyayê re der barê rewşa Idlibê de û parastina wê ji terorîstan re têk çû. QSD'ê pêngava xwe ya li dijî berîka dawî ya terorê li rojhilatê çemê Firatê ragihand, Girêdayî mijarên Yemenê Amerîka hişyariya tedbîrên ku Koalîsyona Erebî li Yemenê wergirtine da.

Muhleta hefteyan ji bo jihevxistina El-Nusra û Bagera Cizîrê mijarê vê hefteyê bûn
16 îlon, 2018   04:20

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên hefteya derbasbûyî hatin çapkirin behsa gelek mijarên girîng kirin. rojnameyan behsa rewaş dawî li parêzgeha Idlibê û destpêkirina qonaxeke nû ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ji bo tunekirina DAIŞ'ê kirin. Rojnameyan bal kişandin ser rewşa Îraqê û girtina navenda Rêxistina Rizgarkirina Filistînê li Waşintonê û xebatên avakirina hikûmeta Lubnanê û doza kuştina El-Herîrî û hewldanên pêkanîna aştiyê li Yemenê kirin.

Rojnameya El-Heyat: Enqere hewl dide "muhleta çareseriyê" li Idlibê dirêj bike

Rojnameya El-Heyat bal kişand ser helwesta Tirkiyeyê ji rewşa li Idlibê û wiha got: "topbarana Rûsya û Sûriyeyê li dijî parêzgeha Idlibê têkliya di navbera Mosko û Enqereyê de ber bi têkçûnê ve dibe. Hin kesên opozîsyona Sûriyeyê Tehran tewanbar kirin ku çareserkirina kêşeya Idlibê têk biriye.

Şerq El-Ewsat: Muhleta hefteyan ji bo jihevxistina El-Nusra di Idlibê de

Girêdayî mijar û aloziya Sûriyeyê rojnameyên erebî yên îro hatine çapkirin bal kişandin ser rewşa dawî li Idlibê. Rojnameya Şerq El-Ewsat diyar kir ku di encama zexta dewletên rojavayî û Tirkiyeyê li ser Rûsyayê de, hêzên rêjîmê êrîşa xwe ya li dijî Idlibê dereng xist û muhleta hefteyan dane Enqereyê da ku "Heyet Tehrîr El-Şam" (Cebhet El-Nusra) bihelîne û ji hev bixe.

El-Qudis El-Erebî: Lavrov; rêjîma Sûriyeyê amadekariya êrîşeke berfireh nake û Kirêmlên mijara Idlibê gotûbêj dike.

Girêdayî heman mijarê rojnameya El-Qudis El-Erebî li ser navê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergî Lavrov diyar kir ku rêjîma Sûriyeyê amadekariya êrîşeke berfireh li dijî parêzgeha Idlibê nake û Mosko ji bo parastina welatiyên sivîl di Idlibê de xebatan dide meşandin.

Lavrov got ku ew û hêzên rêjîma Sûriyeyê tenê bersiva êrîşan li parêzgeha Idlibê didin û destnîşan kir ku dê korîdorên mirovahî vebikin.

El-Qudis El-Erebî: Tirkiye şandina çekan ji opozîsyonê re zêde dike.. ewropî û navnetewî hişyariya êrîşeke kîmyawî dan

Der barê berdewama alîkariya Tirkiyeyê bi komên terorîst re, rojnameya El-Qudis El-Erebî li ser navê çavkaniyên opozîsyona Sûriyeyê ji Reuter's re diyar kirin ku Tirkiyeyê alîkariyên xwe yên leşkerî bi leşkerên opozîsyonê re zêde dike da ku alîkariya wan li dijî êrîşa artêşa rêjîma Sûriyeyê bike. Rayedarên opozîsyonê dane zanîn ku piştî lûtkeya Tehranê têk çû, Tirkiyeyê alîkariyeke leşkerî ji herêma Idlibê re şandiye.

Şerq El-Ewsat: "şerê pilanan" li bakurê Sûriyeyê.. Rûsya Idlibê beriya dawiya salê dixwaze

Girêdayî mijar û aloziya Sûriyeyê rojnameyan bal kişandin ser rewşa dawî li Idlibê. Rojnameya Şerq El-Ewsat diyar kir ku piştî têkçûna lûtkeya Tehranê, diyar e paşeroja Idlibê ji aliyê şerê sê pilanan ve diyar dibe:

- Pilana yekemîn; pilana Tirkiyeyê ji bo paşeroja Idlibê: şer û êrîşên Rûsya û Sûriyeyê li dijî wê bêne rawestandin. Endamên Heyet Tehrîr El-Şam çekên xwe radest bikin û ji parêzgehê bêne derxistin. Tabûr bi awayekî ewle ber bi devera tampon û devereke pêşniyar li nêzî bajaroka Çobanbeg a gundewarê bakurrojhilatê Helebê ve bêne şandin, da ku li hemberî "Yekîneyên Parastina Gel" ên kurdî ku alîkariya xwe di nava "Hêzên Sûriya Demokratîk" de ji Waşintonê werdigire bidin şerkirin. Her wiha koçberan ji Idlibê derbasî Efrînê bêne kirin û li şûna Kurdan bêne bicihkirin.

- Pilana duyemîn; daxwazên şandeyê navnetewî Stîfan De Mistûra ku radestî komeleyên sivîl ên Sûriyeyê bêne kirin.

- Pilana sêyemîn; Rûsya dixwaze beriya serê salê serweriya xwe li ser Idlibê di 3 qonaxan de ferz bike:

* Qonaxa yekemîn: Bakurê Hema, Xanşêxûn, Miherêt El-Nuhman, rojavayê Helebê, çiyayên Turkmenan, Cisir Şixor û Deşta Xab.

* Qonaxa duyemîn: riya sereke "M5" ya  di navbera Hema û Helebê de. Riya sereke "M4" ya di navbera Laziqiyê û Helebê de.

* Qonaxa sêyemîn: bakurê "M4" û bajarê Idlibê ber bi sînorên Tirkiyeyê ve.El-Heyat: El-Heyat: QSD'ê şêrê li dijî berîka dawî ya DAIŞ'ê dest pê dike

Rojnameya El-Heyat behsa hemleya Bagera Cizîrê ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê li devera herî dawî ya rojhilatê çemê Firatê ya di bin dagirkeriya DAIŞ'ê de kir û got ku Koalîsyona Navnetewî û QSD'ê çalakiyên xwe yên dawî li dijî DAIŞ'ê li rojhilatê Firatê dane destpêkirin da ku hebûna wê li herêmê tune bike. Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku hemleya leşkerî piştî ku QSD'ê û Koalîsyonê tedbîrên xwe yên leşkerî temam kirin, dest pê kir. Her wiha hate ragihandin ku pevçûnên dijwar di navbera şervanên QSD'ê û çeteyên DAIŞ'ê de li ser xetên pêşîn ên aliyê El-Baxoz û El-Hecîn ve rû dane. Her wiha êrîşên ezmanî jî li van deveran pêk hatine. Li gorî çavkaniyên paya bilind QSD'ê li derdora bajaroka El-Hecîn pêşve çûye.

Şerq El-Ewsat li ser navê rayedarekî Waşintonê: Em derfetê nadin Tehranê ku paşeroja Sûriyeyê bidize

Rojnameya Şerq El-Ewsat li ser navê nûnerê Amerîka yê li ba Netewên Yekbûyî Nikki Helay ragihand ku Waşinton derfetê nade Îranê ku bi riya çalakiya Astana paşeroja gelê Sûriyeyê bidize. Di heman demê de Enqere helwesta xwe ya leşkerî û siyasî li dijî Mosko dijwar dike ku dewletên rojavayî tewanbar dike ku dê şanoyeke kîmyawî li bakurê Sûriyeyê pêk bînin. Helay duh di civîna Konseya Ewlehiyê de destnîşan kir ku bêyî ku cûreyên çek û rêbazên leşkerî yên bêne bikaranîn di ber çavan re werin derbaskirin, Amerîka dijberiya tundiyê li Idlibê dike. Amerîka û civaka navnetewî rola Îranê di êrîşên El-Esed ên kujer de li dijî sivîlan paşguh nake. Her wiha hişyariya xwe dubare kir ku eger rêjîma El-Esed çekên kîmyawî bikar bîne bê guman Amerîka dê bersiva wî bide.

El-Heyat: Di serbestberdana rehîneyên Siwêda de Şam û Mosko tên tewanbarkirin

Der barê mijara rehîneyên Siwêda ku ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatine revandin, rojnameya El-Heyat diyar kir ku welatiyên Siwêda Rûsya û rêjîma Sûriyeyê û komîteya danûstandinan a girêdayî buroya çapemeniyê ya serok Beşar El-Esed tewan bar kirin ku xebatên serbestberdana rehîneyan asteng dikin.

Tewanbariyên welatiyan ji ber berdewama rêjîmê ya çalakiya xwe ya leşkerî pêk hatin bêyî ku ewlehiya rehîneyan di ber çavan re derbas bikin.

El-Ereb: Lêvegera Şîayî mîxê dawî li tabûta xewna Ebadî ya wîlayeteke nû da

Girêdayî mijarên Iraqê rojnameya El-Ereb behsa xebatên siyasî yên avakirina hikûmeta Îraqê kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Lêvegera Şîayî mîxê dawî li tabûta xewna Ebadî ya wîlayeteke nû da."

El-Heyat: Xwepêşandêrên El-Besra nîşana nûkirina xwepêşandanan didin

Der barê rewşa li Îraqê de jî rojnameya El-Heyat behsa nîşanên jinûve lidarxistina xwepêşdanan kir û got ku aliyên hikûmetê û derhikûmeta Îraqê bi avakirina projeyên binesaziyê ji bajarê El-Besra ve mijûl in. xwepêşandêran nîşan dank u dê xwepêşdanan ji nû ve lidar bixînin, eger rewşa lawaz li bajêr berdewam bike.

El-Şerq El-Ewsat: Dadgeha El-Herîrî dîsa endamên Hizbullah tewanbar kirin

Der barê dadgeha taybet bi mijara kuştina serokwezîrê berê yê Lubnanê Refîq El-Herîrî rojnameya El-Heyat ragihand ku duh rûniştinên parêznameyên dawî yên doza kuştina El-Herîrî pêk hat. Di rûniştinê de kurê wî Seed El-Herîrî beşdar bû û piştrast kir ku tola bavê xwe hewl nade lê belê edaletê dixwaze. Dadgeriyê hin endamên Hizbullah di kuştinê de tewanbar kirin û diyar kir ku pilankerê çalakiya kuştinê rayedarekî Hizbullah ê bi navê Mistefa Bedredîn e. Her wiha destnîşan kir ku rêjîma Sûriyeyê di naveroka çalakiya kuştinê de ye.

Filistîn

Girêdayî mijarên Filistînê rojnameya El-Heyat bal kişand ser girtina navenda Rêxistina Rizgariya Filistînê li Waşintonê û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Trump desthilatdariya Filistînê bi girtina navenda Rêxistina Rizgariyê ceza dike".

El-Ereb: Tirkiye û Îran zordariyên Çîn li ser îslamiyan paşguh dikin

Rojnameya El-Ereb behsa îdîayeke Erdogan a di van salên borî de ku piştgiriya kêmnetewa Uygur li Çînê dike û got ku ji bo alîkariya Çînê werbigire ev mijar paşguh kiriye. Tehran jî ji bo xwe ji cezayên Amerîka biparêze ev mijar paşguh kir.