ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16.09.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16.09.2018
16 îlon, 2018   04:00

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawîn a pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê dawîkirina terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Şêniyên Dêrikê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Raxib Xidirê El-Elî yê ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibû, li goristana Şehîd Xebat oxir dikin. Saet 17:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li navçeya Til Hemîsê ji bo şervanê QSD‘ê Miteweh El-Leylî (Bahoz) konê sersaxiyê li gundê Zerhra tê vedan, saet 11:00. Şêniyên navçeya Amûdê ji bo endamê Hêzên Erka Xweparastinê Ehmed Abdullah û endamê Hêzên Asayîşa navçeyê Yasir Ebdî re sersaxiyê dixwazin, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çalakiya girava birçîbûnê ya şeniyên Amûdê ya bi armanca şermezarkirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Abdullah Ocalan di roja duyemîn de didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bi dehan şêniyên gundewarên Dêrozorê gihiştin kampa Hecîn a bakurê Dêrazorê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevseroka Buroya Perwerde û Fêrkirinê ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk Nesrîn Diko tekez kir ku dê di sala perwerdê ya nûguhertinên mezin d rû bidin û diyar kir ku ji bo derxistina xwendekar ji rewşa derûnî ku jiyan kiriye û afirandina hawayek nû ji bo bilindkirina asta xwendekar a zanistî, kadroyek perwerdekar amade kirine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Libratoriyên zanistîn û waneyên teorîk û pratîkî, gerên meydanî û rêbazên nû ya perwerdekirinê asta xwendekarên fakulteyên endizyariya Petrol û endizyariya Petrolkîmiya pêş dixîne. (BI WÊNE Û DÎMEN

HEVPYVÎN

-Hevserokê Meclisa TEV-DEM‘ê ya Kantona Kobanê Ehmed Şêx destnîşan kir ku armancê êrîşê li ser Kobanê hatin kirin, temirandina hêviyên gelê Kurd û şoreşa wê ya aştiyane ye. Şêxo got, serkeftina Kobanê serkeftina mirovahiyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-Rêveberê Peymangeha Lêkolînên Kurdî ya Iraqê Cewad El-Beydanî diyar kir ku aloziya hindirîn û derve ya ku Tirkiyê tê de ye, di taybet di aliyê aborî de hişt ku rewşa li Tirkiyeyê xteke din bigire û got, Erdogan bi desteka xwe ya ji rêxistinên terorîst re kirîza hindirîn vedişêre. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Helwesta Tirkiyeyê tevlîhev bûye piştî lihevkirina wê bi Rûsyayê re der barê rewşa Idlibê de û parastina wê ji terorîstan re têk çû. QSD'ê pêngava xwe ya li dijî berîka dawî ya terorê li rojhilatê çemê Firatê ragihand, Girêdayî mijarên Yemenê Amerîka hişyariya tedbîrên ku Koalîsyona Erebî li Yemenê wergirtine da. (BI WÊNE).

JIN

-Çalakiyên konvedanê ya "Efrîn an Efrînê " ya Rêxistina Kongreya Star li gundê Aqîbê yê navçeya Şêrawa li dijî dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê daye destpêkirin, di roja duyamîn de didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Buroya Rêxistina Jina Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Helebê bi armanca pênasekirina rola jin di partiyê de civînekê li hola civînana ta beşê rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê li dar dixe. Saet 15:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dayika 8 zarokan Edile wekî gelek jinan zilma çeteyên DAIŞ’ê dibîne, lê belê serî natewîne û ji bo zarokên xwe jiyanekê diafirîne. bi gotina xwe li “bajarê lehengan” Kobanê bi cih dibe û jiyaneke nû ava dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Berdevka Rêxistina Kongreya Satar a Efrînê Hêvîn Silêman û endama Koordînasyona Kongreya Star  Hemîda Mihemed tekez kirin ku jinên Efrînê xwediyê vînek xurt û kesayetek pêşeng in ji ber wê dê li meydanan bin û li dijî dagirkera Tirk û çeteyên girêdayî xwe bedenên xwe bikin mertalên zindî. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

- Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Meclisa navçeya Amûdê ji bo xurtkirin û pêşxistina karînên ciwanên di warê pîşeyî de û kêmkirina bêkariyê li herêmê projeyek pêşkeş kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Komîteya Aborî ya Rêveberiya Sivîla Demokratîk herêma Tebqayê ji bo berhemeke baş bi encam bibe lêkolîneke giştî li ser rewşa cotkaran û çawaniya destekdayîna wan amade kiriye.

-Şêniyên taxa Şehîd Sadiq (Hara El-Leyl) ya bajarê Girê Spî pirsgirêka tevlêbûna ava kanalîzasyonê û ava bîran dikişînê, şaredarî ji soza çareseriyê dide. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Tîma Heyva Sor a Kurd a gerok di navbera gundewarên rojavayê bajarê Reqayê de digere û nexweşan derman dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Navenda Trafîkê ya Kerama û gundewarên wê ji bo parastina ewlekariya welatiyan û kêmkirina qezayan di nava liv û tevgerê de ye, her wiha riya navnetewî ya di navbera Reqa û Dêrazorê di bin çavdêriya wan de ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA