Li dijî zilma DAIŞ’ê jineke berxwedêr

Dayika 8 zarokan Edile wekî gelek jinan zilma çeteyên DAIŞ’ê dibîne, lê belê serî natewîne û ji bo zarokên xwe jiyanekê diafirîne. bi gotina xwe li “bajarê lehengan” Kobanê bi cih dibe û jiyaneke nû ava dike.

Li dijî zilma DAIŞ’ê jineke berxwedêr
Li dijî zilma DAIŞ’ê jineke berxwedêr
Li dijî zilma DAIŞ’ê jineke berxwedêr
16 îlon, 2018   05:08

ŞÎRÎN MIHÊDÎN-STÊRA NEBÎ / KOBANÊ

Jina bi navê Edile Mihemed Heyder (40) dayika 8 zarokan e. 6 jê keç in û 2 jî xort in, zaroka herî mezin 13 salî ye.

Edile beriya 15 salan dizewice û bi hevjînê xwe re li bajarê Minbicê dijî, lê di sala 2013`an  de rojeke reş bi ser wan de tê û çeteyên DAIŞ`ê bajarê Minbicê dagir dikin û hevjînê wê digirin. Ew çendî hewl dide agahiyan der barê wî de hilde jî çeteyên DAIŞ`ê tu agahiyan nadin wê.

Piştî hewldanên Edileyê bê encam dibin, Edile û zarokên xwe berê xwe didin bajarê Kobanê. Niha ew li navenda bajarê Kobanê bi zarokên xwe re dijî.

Edile wiha qala serpêhatiya xwe dike: "Piştî ku hevjînê min hat girtin, min serî ji çeteyên DAIŞ`ê re wekî hemû jinan netewand û serî hilda, ji ber ku qedexe bû tu kes ji nav wan derkeve lê şevekê bêyî haya wan ez ji nava wan derketim û hatim bajarê lehengan."

Lê piştî Edile tê Kobanê, keçeke wê ber bavê xwe dikeve û bi êşa dûrketina ji bavê xwe jiyana xwe ji dest dide. Mirina keça wê û windabûna hevjînê wê dibe sedema êşa Edileyê û barê wê di jiyanê de girantir dibe.

Ew bê alîkariya tu kesan di mala xwe de terzîtiyê dike ango cilan didrû û kedê dide, ji bo zarokên xwe kar dike û nahêle zarokên wê hewceyî tu kesî bibin.

Ji bo ku zarokên wê bi êşa jiyanê nehesin û êşa dilê wê nebînin, dayika Edile her tim dikene û hewl dide rê nede hêstiran ku bikevin çavên zarokên wê.

Edile anî ziman ku bi saya fikr û felsefeya Abdullah Ocalan ew îro li ber xwe dide û wiha got: "Min di zarokatiya xwe de gotinên Rêber Apo ên li ser jinên berxwedêr dibihîstin û îro ez bûm yek ji wan jinan, eger ne fikra wî bûya min nikaribû di nava vê civakê de jiyana xwe bidomanda."

Di dawiya axaftina xwe de Edileyê wiha got: "Hêviya min ji hemû jinên bindest heye ku li hemberî reşiya jiyanê û kesên wekî çeteyên DAIŞ`ê serî netewînin. Em wek jin eger bixwazin dikarin cîhanê biguherînin."

ANHA