Îsraîl êrîşî balafirgeha Şam a Navdewletî  kir

Li gorî nûçeya SANA‘yê ya ser bi rêjîma Sûriyeyê ve, Îsraîl bi moşêkan balafirgeha Şam a Navdewletî êrîş kir.

Îsraîl êrîşî balafirgeha Şam a Navdewletî  kir
15 îlon, 2018   19:38

NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa "SANA" diyar kir ku pergelên parastina hawayî ya hêzên Sûriyeyê bersiva êrîşa Îsraîlê ya li ser balafirgeha Şam a Navdewletî da.

Ajansê ku agahiyên xwe spartiye çavkaniyekî leşkerî diyar kir ku parastina hewayî ya Sûriyeyê bersiva êrîşa bi moşêkan ya Îsraîlê ya li ser balafirgeha Şam a Navdewletî da û gelek jê bê bandor kir.