Minbicê endamê Tirafîkê Şaban Remo oxir kir

Bi hezaran şêniyên Minbicê bi merasîmeke girseyî cenazeya endamê Tirafîkê yê girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn Şaban Remo li goristana şehîdan oxir kirin.

Minbicê endamê Tirafîkê Şaban Remo oxir kir
Minbicê endamê Tirafîkê Şaban Remo oxir kir
Minbicê endamê Tirafîkê Şaban Remo oxir kir
Minbicê endamê Tirafîkê Şaban Remo oxir kir
Minbicê endamê Tirafîkê Şaban Remo oxir kir
Minbicê endamê Tirafîkê Şaban Remo oxir kir
Minbicê endamê Tirafîkê Şaban Remo oxir kir
15 îlon, 2018   14:57

MINBIC

Bi hezaran şêniyên Minbicê ji bo wergirtina cenazeya endamê Trafîka Minbicê şehîd Şaban Remo li ber nexweşxaneya Firatê kom bûn. Piştî wergirtina cenazeyê girseya gel berê xwe da goristana Şehîdan û di bê navber dirûşmeyên "Şehîd Namirin" qîr dikirin.

Merasîm li goristana şehîdan bi turenek leşkerî ji aliyê şervanên Hêzên Erka xwe Parastinê ve dest pê kir. Piştre gelek axaftin hatin kirin.

Endama Saziya Malbatên Şehîdan Semer El-Casim axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û wiha got: "Em bejna xwe li ber lehengiya wan şehîdan ditewînin û tu peyv nikare wateya lehengiya wan pênase bike."

Piştre bi navê Rêveberiya Giştî ya Tirafîka Minbicê Seîd El-Mûsa axivî û ev tişt got: "Divê em hemû şehîdên xwe yên dilpak mîna Şehîd Feysel Ebû Leyla, Ednan Ebû Emced, Mehmûd El-Elî û gelek rêhevalên din bi bîr bînin. Ewana rêgezên jiyana hevbeş di navbera hemû pêkhateyan de belav kirine." Her wiha Seîd soza şopandina rêya şehîdan dubare kir.

Hevserokê Meclisa Rêveber ê Rêveberiya Minbicê Mihemed Şêxo axivî û got: "Bi saya şehîdan xaka me ji terorê rizgar bû. Îro em wan bi bîr tînin û her tim dê di bîra me de bin û em soz didin ku em ê rêya wan bişopînin."

Bi navê malbata Şehîd Şaban Hesen El-Hemadî axivî û got: "Îro em gulek nû li goristana şehîdan diçînin. Şehîdan xaka welat bi xwîna xwe av dan û parastina rumeta welatê xwe kirin."

Piştî bidawîbûna axaftinan endama Saziya Malbatên Şehîdan Fatme El-Debai wesîqeya şehadetê xwend û radestî malbat şehîd kir. piştre girseya gel cenazeya şehîd di nav berzkirina sloganên dilsoziya bi şehîdan re û tilîliyên dayîkan de spartin axê.

(şx)

ANHA