Şehîdê "Şerê Tunekirina Terorê" li Şedadê hate oxirkirin

Bi dehan welatiyên navçeya Şedadê ya girêdayî kantona Hesekê cenazeyê şervanê QSD'ê Ehmed Xelef li goristana şehîdan a Şedadê oxir kir.

Şehîdê "Şerê Tunekirina Terorê" li Şedadê hate oxirkirin
Şehîdê "Şerê Tunekirina Terorê" li Şedadê hate oxirkirin
Şehîdê "Şerê Tunekirina Terorê" li Şedadê hate oxirkirin
Şehîdê "Şerê Tunekirina Terorê" li Şedadê hate oxirkirin
Şehîdê "Şerê Tunekirina Terorê" li Şedadê hate oxirkirin
Şehîdê "Şerê Tunekirina Terorê" li Şedadê hate oxirkirin
Şehîdê "Şerê Tunekirina Terorê" li Şedadê hate oxirkirin
15 îlon, 2018   10:35

HESEKÊ

Welatiyan cenazeyê Ehmed Xelef (Ezîz Ereb) ku di hemleya Bagera Cizîrê ya bi navê "Şerê Tunekirina Terorê" de şehîd bûbû, ji pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê wergirt û bi karwanekî tirêmbêlan ber bi goristana şehîdan ve ketin rê.

Dema ku karwan gihaşt goristana şehîdan, toraneke leşkerî ji aliyê şervanên YPG'ê û YPJ'ê ve hate lidarxistin, paşê li ser navê QSD'ê fermandar Mehmûd Ferhan axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest. Ferhan da zanîn ku dê heta rizgarkirina hemû herêman ji DAIŞ'ê li ser rêya şehîdan bimeşin.

Piştre endamê Saziya Malbatên Şehîdan Nacî Necûm axivî û got ku ew wek malbtên şehîdan heta pêkanîna hemû armancên zarokên wan ên şehîd, dê tê bikoşin.

Di dawiyê de nasnameya şehîd ji aliyê endama Saziya Malbatên Şehîdan Eyat Ibrahîm ve hate xwendin û radestî malbata şehîd hate kirin. Paşê di nava dirûşmên silavakirina şehîdan de, cenazeyê şehîd spartin axê.

(jo)

ANHA