Şaredariya El-Besîra... Kar, xebat û projeyên pêşerojê

Şaredariya Gel a herêma El-Besîra ya girêdayî Meclisa Sivîl a Dêrazorê bi derfetên xwe yên kêm binesaziya herêmê û gundewarên wê ava dike û ji nû ve sererast dike da ku rengê jiyanê li wê derê vegerîne.

Şaredariya El-Besîra... Kar, xebat û projeyên pêşerojê
Şaredariya El-Besîra... Kar, xebat û projeyên pêşerojê
Şaredariya El-Besîra... Kar, xebat û projeyên pêşerojê
Şaredariya El-Besîra... Kar, xebat û projeyên pêşerojê
15 îlon, 2018   08:27

HEMED EL-MUSTEFA / DÊRAZOR

Şaredariya Gel a herêma El-Besîra di 1`ê Gulana 2018`an de hate avakirin û dest bi kar û xebatên xizmetguzariya herêmê kir. Bi rêya komîteyên xwe yên cuda gelek pirsgirêkên xizmetguzariyê li herêmê û gundewarên wê çareser kirin.

Yek ji girîngtirîn projeyên ku Şaredariya Gel a El-Besîra dest pê kirye, projeya kanalîzasyonê bi dirêjahiya 115 metre, sererastkirina redîf, rêyan, baxçe, boyaxkirina redîfan, xemilandina çerxerêyan û darvekirina pankartan li ser deriyê sereke yê têketina El-Besîra ne.

Her wiha kar û xebatên paqijiyê, rakirina çopê û veguhestina wê ji cihê komkirina çopê re ku ji alî şaredariyê ve li dervî El-Besîra hatiye diyarkirin, paşê ji bo nexweşî û bêhna nexweş belav nebe, şaredarî çopê dişewitîne.

Di şaredariyê de komîteyên xizmetguzarî, şopandin, zagonî hene. Ew komîte jî bi vî awayî ne: werşeyên paqijiyê, aliyê fenî, aliyê zagonî, tenduristiya giştî, zimhêr, zabîte, buroya veguhastinê û ya gazincan. Her beşek li gorî karê xwe erka xwe pêk tîne.

Projeyên ku dê di demên pêş de werin destpêkirin

Rewşa herêmê ji aliyê komîteyên xizmetguzariyê yên girêdayî şaredariyê ve hate şopandin da ku li herêma El-Besîra û gundewarên wê projeyan pêk bînin.

Projeya yekem: Sererastkirina pira El-Besîra ya ku El-Besîra û gundên El-Şehîl bi hev ve dide girêdan, sererastkirina çerxerêya El-Meslex, boyaxkirina çerxerêyan û ji ber derfetên şaredariyê yên kêm hindek redîfên din pêk nehatin.

Projeya duyemîn: Sererastkirina toreyên kanalîzasyonê li gundê El-Riz, sererastkirina kolana 24`an li El-Besîra, danîna 20 konteyneran di hundirê El-Besîra de, sûk, kolanên sereke û şaxî, çandina daran li derdora redîfan û li ser deriyê têketina hundir, daliqandina pankartên bi nivîsên ji bo parastina paqijiyê, şandina traktor û xebatkarên paqijiyê ji bo paqijkirina gundê El-Şihîl, El-Riz, Ebû Heman û Zîban.

Di vê çarçoveyê de hevserokê Şaredariya Gel a El-Besîra Esed Qenber ji ajansa me ANHA`yê re axivî û destnîşan kir ku ji destpêka ku şaredariya wan hate avakirin, wan dest bi kar û xebatê kir, ji ber ku şaredarî nûnertiya gel dike û tevî derfetên xwe yên kêm gelek proje pêk anîn û alîkarî da şêniyan.

Qenber di axaftina xwe de diyar kir ku planên wan hene ku di demên pêş de projeyên xwe li herêmê berfireh bikin.

Hevserokê Şaredariya Gel a El-Besîra Esed Qenber bang li hemû aliyên peywendîdar û rêxistinên mirovahî kir ku destekê bidin wan û alîkariya wan bikin.

(bx)

ANHA