‘Dewleta Tirk hewl dide fikrên Ocalan qir bike’

Hiqûqnasên taxa Şêxmeqsûd diyar kir ku dewletên herêmî di serî de dewleta Tirk, ji fikrên Ocalan aciz in, ji ber wê jî hewl didin fikr û felsefeya wî qir bikin.

‘Dewleta Tirk hewl dide fikrên Ocalan qir bike’
14 îlon, 2018   07:11

SÎLVA MISTEFA / HELEB

Bertekên li dijî tecrîdkirina ku dewleta Tirk li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz dike, zêde dibin. Hiqûqnasên Helebê nêrînên xwe rave kirin û tekez kir ku dewletên komploger ji ber fikrên Ocalan ew komplo pêk anî.

Endama rêveber a Dîwana Dada Civakî Emîne Bêrem destnîşan kir ku Ocalan tekane mirov e ku ji bo maf û azadiya jinan tê koşiya û li ber xwe da û ne tenê mafên jinên Kurd, lê belê mafên hemû jinan parastin.

Emîne diyar kir ku asta ku jin niha gihaştinê, bi saya fikr û felsefeya Ocalan e. li gorî Emîne jinan xwe di civakê de îsbat kir û hemû astengî derbas kirin û mohra xwe ya taybet li civakê da.

Di dawiya axaftina xwe de Emîne tekez kir ku Ocalan jiyana hevbeş di navbera hemû pêkhateyan de bi cih kir û ev tişt li heza dewletên din nehat ji ber wê Ocalan bi komployekê girt û wiha got: "Em tecrîdkirinê şermezar dikin û bang dikin ku tecrîd rabe, ji ber ku fikra Ocalan çareseriya tekane ya aloziya herêmê ye."

Binpêkirinên dewleta Tirk li dijî qanûnên navdewletî ye

Parêzer û çalakvanê mafên mirovan Mihemed Xelîl di destpêka gotinên xwe de bang li rêxistinên mirovî kir ku ji bêdengiya xwe derkevin û zextê li dewleta Tirk bikin da ku tecrîdê rake û rewşa Ocalan aşkera bike.

Di berdewama gotinên xwe de Mihemed Xelîl binpêkirinên dewleta Tirk der heqê Ocalan de li dijî qanûnên navdewletî hesibandin.

Xelîl tekez kir ku Ocalan hewl dide edalet û demokrasiyê di pratîkê de pêk bîne û wiha pê de çû: "Lê ev tişt li heza hin dewletên herêmî di serî de Tirkiyeyê nehat û hewl dan û hîna jî hewl didin bi hemû şêwazan fikra Ocalan qir bikin."

Di dawiyê de Mihemed Xelîl got divê gelên Rojhilata Navîn hev bigirin û li rex hev bisekinin û fikra rast belav bikin.

(şx)

ANHA