Projeyeke taybet ji bo jinan

Komîteya Jinan a Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê bi armanca vejandina lixwekirina cilên gelêrî xwe ji bo vekirina yekemîn projeya li ser asta herêmê amade dike.

Projeyeke taybet ji bo jinan
Projeyeke taybet ji bo jinan
Projeyeke taybet ji bo jinan
Projeyeke taybet ji bo jinan
Projeyeke taybet ji bo jinan
Projeyeke taybet ji bo jinan
Projeyeke taybet ji bo jinan
14 îlon, 2018   06:52

KADAR INBRAHÎM / QAMIŞLO

Herêma Cizîrê di dema serweriya rêjîma Baasê de rastî gelek siyasetên pişaftinê hat. Ji bilî siyasetên erebkirina herêmê û tecrîdkirina zeviyên gelê herêmê, rêjîm bi armanca rê li ber pêşketina civakê bigire, destûr nedida avakirina avahiyek, kargehek an jî werşeyeke biçûk. 

Bi rizgarkirina herêmên Rojava ji rêjîma Sûriyeyê re û piştî Şoreşa 19'ê Tîrmehê û ragihandina Rêveberiyên Xweseriya Demokratîk di 21'ê Çileya 2014'an de, herêm gelekî bi pêş ket. Rêveberiyan bi rêya desteyan destek da gelek projeyên aborî li ser hemû astan û her wiha bi sedan derfetên kar ji ciwanan re peyda kirin.

Ji ber kêm projeyên werşeyên cilan li deverên herêma Cizîrê, Komîteya Jinan a Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê yekemîn projeya werşeya dirûtina cilan li ser asta herêmê li navçeya Amûdê vekir.

Di destpêkê de komîteyê gelek zehmetî kişand. Ji ber girtina deriyên sînorê komîteyê made û alavên werşeyê bi zehmetî peyda kirin û vekirina werşeyê dereng ma.

Werşeyeke taybet ji bo cilên gelêrî yên gelên herêma Cizîrê

Werşe ji hemû pêdiviyên kar re amade ye. Di werşeyê de 15 jin û modevanek ji bo birîn û dirûtina cilan dixebitin. Cilên gelê Kurd, Ereb û Suryan didirûn. Tê payîn ku di Mîhrîcana Jinan de ku dê di meha Adara 2019'an de were lidarxistin, berhemên werşeyê bên pêşkêşkirin.

Projeyeke manewî ye û ne ji bo qezencê ye

Ev proje li ser herêmê nû ye û ji projeyên taybet bo jinan tê hesibandin. Komîteya Çand û Hunerê ji bo pêşxistina beşa pîşesaziyê li herêmê û peydakirina daxwazên şêniyan û vejandina çanda cilên gelêrî vekir.

Li gorî rêveberiya werşeyê ev proje, projeyeke manewî ye û ne ji bo qezencê tê hesbandin dê cil bi buhayên guncaw bên firotin.

Tê payîn ku proje di demeke nêz de piştî bidawîbûna amadekariyan were vekirin.

(şx)

ANHA