Şêniyên Zirganê daxwaza xeteka ava vexwarinê dikin

Li navçeya Zirganê ava binerd a şirîn tune ye û gelê wê ji Serêkaniyê bi stêran avê dikire. Şêniyên Zirganê ji bo ava vexwarinê xetekê ji Serêkaniyê dixwazin.

Şêniyên Zirganê daxwaza xeteka ava vexwarinê dikin
Şêniyên Zirganê daxwaza xeteka ava vexwarinê dikin
14 îlon, 2018   05:12

HESEKÊ

Navçeya Zirgan dikeve herêma Serêkaniyê ya girêdayî kantona Hesekê. Navçeya Zirganê 30 km dikeve rojhilatê Serêkaniyê. 70 gund girêdayî Zirganê ne û serjimara wê bi giştî 45 hezar e. Ava binerd  a herêma Zirganê ava tehl e û bi kêrî vexwarinê nayê. Tenê çend gundên derdora Zirganê ava wan şîrîn e, divê bîrên behrî bên kolan û xet ji bo Zirganê bêkişandin. Ji bo ku ava vexwarinê ji wan herêman bînin Zirganê mesrefek pir mezin pêwîst e. Ji ber wê jî gel bi stêran ava vexwarinê ji Serêkaniyê dikire. Gelê Zirganê her strêkê avê bi 1500 lîreyên Sûriyeyê dikire.

Li ser vê pirsgirêkê hevseroka Şaredariya Zirganê, Nofa Ehmed ji ajansa me re axivî. Nofa diyar kir ku wan ji bo xeteke ava vexwarinê daxwaz ji Serêkaniyê kir û wiha got: “Me daxwaz da rêveberiya Serêkaniyê. Lê ji ber ku Serêkaniyê ava vexwarinê dide Hesekê, ev daxwaza me nepejirandin. Gotin ku dê av li ser Hesekê kêm bibe.”

Nofa destnîşan kir ku çend gund li derdora Zirganê hene ku ava wan şîrîn e, lê şaredariya wan ew qas derfet nîn in ku bîrên behrî bikole û xetê bikişîne heya Zirganê. Nofa da zanîn ku wan ji bo pirsgirêkê bi saziya avê ya Serêkaniyê re nîqaş kir ku 3 erebeyên avê bi nîvqîmet ji bo anîna avê amade bikin lê bi xwediyên erebeyan re li hev nekiriye.

Nofa Ehmed anî ziman ku wan raporên xwe rakirine Desteya Şaredariyan a Herêma Cizîrê û li benda bersiva desteyê ne.

(sx-bm)

ANHA