‘Çareseriya krîza Sûriyeyê û Idlibê bi rizgarkirina Efrînê ve girêdayî ye’

Hevserokê Partiya Aştiyê ya Demokratîk a Kurdistanê Telal Mihemed diyar kir berjewendiyên dewletan  dibin sedema bêdengiya li hemberî dagirkirina Efrînê û got:” Çareseriya krîza Sûriyeyê û Idlibê bi rizgarkirina Efrînê ve girêdayî ye.”

‘Çareseriya krîza Sûriyeyê û Idlibê bi rizgarkirina Efrînê ve girêdayî ye’
14 îlon, 2018   05:09

MÛRADA KENDA – NEJBÎR OSMAN / QAMIŞLO

Hevserokê Partiya Aştiyê ya Demokratîk a Kurdistanê Telal Mihemed der barê şerê Idlibê de ji ajansa me re axivî û bal kişand ser kiryarên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê. Mihemed wiha got: “Çareseriya krîza Sûriyeyê û Idlibê bi rizgarkirina Efrînê ve giredayî ye.”

Telal Mihemed girîngiya Idlibê ku ev demek e di rojeva cîhanê de cih digire, wiha anî ziman: “Girîngiya Idlibê ji bo hemû hêzên cîhanê heye. Mijara Idlibê bi komcivîna Astanayê de derket pêş. Her wiha xala herî dawîn a Astanayê li ser Idlibê bû. Hemû çeteyên çekdar li Idlibê kom bûne. Dewleta Tirk a dagirker dixwaze li ser wan çeteyên li Idlibê siyasetê bike û pêşî li ber tunebûna çeteyan bigire.” 

Şerê Idlibê dê li gorî berjewendiyên dewletan bi rê ve here

Telal di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser civîna Tehranê ku di navbera Tirkiye, Îran û Rûsyayê de hat lidarxistin û wiha pê de çû: “Di civîna Tehranê de nakokî di navbera Tirkiye, Rûsya û Îranê de derketin. Îran û Rûsyayê li ser êrîşên Idlibê li hev kiriye ku bi balafiran dixwazin êrîş bikin. Dewleta Tirk a dagirker jî naxwaze êrîş li ser çeteyên giredayî wan çêbin. Ew jî diyar e ku nakokî di navbera dewleta Tirk û Îran û Rûsyayê de derketiye holê.”

Şer dê dirêj bibe

Telal diyar kir ku dewleta Tirkiyê naxwazê krîza Sûriyeyê çareser bibe û wiha pê da çû: “Heger ew çeteyên li Idlibê de werin îmhakirin êdî dewleta Tirk nikare hebûna xwe li Sûriyeyê de biparezê û li ser çeteyan îtîfaqan çêbike. Tûnekirina çeteyên li Idlibê li dijî berjewendiyên dewleta Tirkiyê. Şerê Idlibê xeteriyêk mezin li ser dewleta Tirk a dagiker de wê çêbike. Diyar e ku şerê Idlib li ser berjewendiyên dewletan werê meşandin. Her wiha ew jî dibe sedema dirêjkirina şer.”

Tirkiyê hebûna çeteyên li Idlibê dê biparezê

Telal Mihemed destnîşan kir ku gelek çeteyên çekdar li Idlibê hene û ev tişt lê zêde kir: “Çeteyên ku giredayî dewleta Tirk a dagirker dê bibin bela serê Tirkiyeyê. Tê payîn ku dewleta Tirk li dijî tûnekirina çeteyan berê çeteyên Idlibê bide Bab, Ezaz û Cerablûsê da ku hebûna çeteyan biparezê.”

Di 20 Çilê’yê de dewleta Tirk a dagirker êrîşî herema Efrînê kir. Gelê Efrînê 58 rojan li ber xwe da. Her wiha berxwedana xwe îro jî li Şehbeyê didomîne. Dewleta Tirk a dagirker li bajarê Efrînê de bi sedan sivîl qetil kirin. Çete û artêşa tirk a dagirker bi şêwazekî qirejî êrîşên xwe li ser xwezayê, jinê û civakê didomîne.

Çareseriya krîza Sûriyeyê û Idlibê bi rizgarkirina Efrînê ve giredayî ye

Der barê hovîtiya dewleta Tirk a dagirker li herêma Efrînê de Telal Mihemed wiha got: “Li dijî hovîtiya dewleta Tirk a dagirker di qada navneteweyî de tu deng dernakeve.  Her wiha dewleta Tirkiyeyê rojane behsa xetereyên şer li ser sivîlên Idlibê dike. Li kêleka wê jî çeteyên dewleta Tirk a dagirker rojane sivîlan qetil dikin. Dewletên navneteweyî jî ji bo berjewendiyên xwe ji qetilkirina mirovan re bêdeng dimînin. Di encamê de li her du herêman mirov tên qetilkirin. Dewletên navneteweyî çawa Idlibê dikin rojev, pêwîst e Efrînê jî wiha bikin rojev. Berjewendiyên dewletan dibe sedema bêdengiya Efrînê û rojevkirina Idlibê. Çareseriya krîza Sûriyeyê û Idlibê bi rizgarkirina Efrînê ve girêdayî ye.”

(kc)

ANHA