Yekemîn Akademiya HPC‘ê li ser asta Rojava vebû

Yekemîn akademiya bîrdozî û leşkerî ya Hêzên Parastina Civakî (HPC) li ser asta Rojava hate vekirin.

Yekemîn Akademiya HPC‘ê li ser asta Rojava vebû
Yekemîn Akademiya HPC‘ê li ser asta Rojava vebû
Yekemîn Akademiya HPC‘ê li ser asta Rojava vebû
Yekemîn Akademiya HPC‘ê li ser asta Rojava vebû
Yekemîn Akademiya HPC‘ê li ser asta Rojava vebû
13 îlon, 2018   17:57

HESEKÊ

Yekemîn akademiya bîrdozî û leşkerî taybet bi Hêzên Parastina Civakî (HPC) li ser asta Rojava îro bi merasîmekê li taxa Kelasê ya bajarê Hesekê hate vekirin.

Vekirina akademiyê bi merasîmekê pêk hat.

Akademî bi wêneyên şehîdan û al û sembolên şoreşa Bakurê Sûriyeyê hatibû xemilandin.

Merasîma vekirinê bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre hevserokê Kantona Hesekê Abdulxenî Oso û endamê rêveber ê HPC'ê Luqman Ehmed axivîn.

Axafitvanan rola Hêzên Parastina Civakî di parastina ewlehiya taxan de destnîşan kirin.

Her wiha behsa berxwedana Efrînê hate kirin û hate gotin, Efrînê zû an dereng be wê serkeve.

Kesên axivîn, soza şopandina xeta şehîdan û paratina destkeftiyên şoreşa Rojava hate dayîn.

Piştre Koma Zîlan a girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya Dirbesiyê stranên xwe yên şoreşgerî pêşkeş kirin û beşdaran xelekên govendê gerandin.

Li gorî rêveberiyên akademiyê yekem dewreya perewrdeyê dê sibe bi navê "Şehîd Wehîd" dest pêk bike.

(şx)

ANHA