Navenda YCR‘ê li navçeya Babinsê hate vekirin

Li navçeya Babinsê ya kantona Şehbayê navenda Yekitiya Ciwanên Rojava (YCR) bi navê "Şehîd Bêrîtan Xakûrkê" hate vekirin.

Navenda YCR‘ê li navçeya Babinsê hate vekirin
13 îlon, 2018   17:23

ŞEHBA

Bi armanca birêxistinkirina ciwanên navçeya Babnisê, Yekitiya Ciwanên Rojava (YCR) îro bi merasîmekê navenda xwe bi navê "Şehîd Bêrîtan Xakorkê" vekir.

Bi dehan ciwan tev li şêniyên navçeyê beşdarî merasîmê vekirina navendê bûn.

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê Rêvebera Yekitiya Ciwanên Rojava Viyan Soran axivî û anî ziman ku armanca wan a vekirina navendê bi rêxistinkirina ciwanan e û got: "Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê nikarin îradeya ciwanan bişkînin. Bila nas bikin ku Efrînê wê bi vîna ciwanan azadkirin."

Viyan vekirina navendê li ciwanên Efrîn û dayikên şehîdan pîroz kir.

Piştî axaftina Viyan, koma Agirî stran, koma Çiyayê Efrînê şano koma Çiyayê Kurmênc dîlanên filklorî pêşkêş kirin.

Navend ji aliyê dayika Şehîd Bêrîtan Xakorkê Amîna Şahîn ve hate vekirin.

Şehîd Bêrîtan Xakorkê bi navê xwe yê rast Rewşen Xelîl Mihemed ji gundên Diraqilya ya navçeya Şera ya kantona Efrînê ye di 12‘ê Sibata 2018‘an di dema bersivdayîna êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Efrînê şehîd bibû.

ANHA