Hûsam El-Elî banga xurtkirina çalakiyên ji bo azadiya Ocalan kir

Girava birçîbûnê ya Hûsam El-Elî ya ku bi armanca şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabû destpêkirin bi dawî bû.

Hûsam El-Elî banga xurtkirina çalakiyên ji bo azadiya Ocalan kir
13 îlon, 2018   18:09

NAVENDA NÛÇEYAN

Endamên Rêveberiya Giştî ya Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyeyê Hûsam El-Elî 3' yê Îlonê ji bo şermezarkirina tecrîdkirina ku dewleta Tirk li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz dike girêva birçîbûna destpê kiribû.

El-Elî di girêvê de bang li civaka navdewletî û hemû rêxistinên mirovî kir ku ji bêdengiya  xwe derkevin û erka xwe ya li beramberî aşkerekirina rewşa Ocalan pêk bînin. Her wiha der heqê Partiya Erdogan de banga vekirina dozê kir.

Husam El-Elî îro girêva biçîbûnê bidawî kir û banga xurtkirina çalakiyên ji bo azadiya Ocalan kir.

(şx)

ANHA