250 zarokên ji perwerdeyê bê par mabûn fêr bûn

Navenda P El-Tifûla El-Amîne( Zaroktiya Aram) yekemîn dewreya perwerdeya xwendin û nivîsandinê ya ji bo zarokan hatibû vekirin bi dawî kir.

250 zarokên ji perwerdeyê bê par mabûn fêr bûn
250 zarokên ji perwerdeyê bê par mabûn fêr bûn
250 zarokên ji perwerdeyê bê par mabûn fêr bûn
250 zarokên ji perwerdeyê bê par mabûn fêr bûn
250 zarokên ji perwerdeyê bê par mabûn fêr bûn
13 îlon, 2018   16:59

REQA

Li Navenda El-Tifûla El-Amîna pêş du mehan ji bo zarokên ji 11-16 salê yên ji mafê perwerdeyê bê par mabûn dewreyeke li ser xwendin û nivisandinê hatibû vekirin. 250 zarokên Reqayê tev li perwerdeyê bûn.

Îro bi armanca qedandina dewreyê şahiyek hate lidarxistin. Di şahiyê de zarokan şano, govendên gelêrî starn û helbest pêşkeş kirin.

Têkildarî mijarê rêveberê navenda El-Tifûla El-Amîna ya Reqayê Mihemed El-Dexîl axivî û got: "Îro dewreya yekemîn a perwedeya xwendin û nivîsandinê bi dawî bû. Zarok di dema serweriya DAIŞ'ê ji xwendina xwe bê par mabûn."

Her wiha El-Dexîl destnîşan kir ku ji bo zarokên astengdar bernameyek taybet danîne da ku di civakê de aktîf bin.

Şahiya derçûnê bi belavkirina karnameyan bi dawî bû.

(şx)

ANHA