QSD di Pêngava "Şerê tunekirina terorê" de ferehiya 3 km2 rizgar kir

QSD'ê ragihand ku hêzên wan çarçoveya qonaxa dawîn a "Şerê tunekirina DAIŞ'' ferehiya 3 km2 rizgar kirin û 23 kuştin.

QSD di Pêngava "Şerê tunekirina terorê" de  ferehiya 3 km2 rizgar kir
13 îlon, 2018   14:51

NAVENDA NÛÇEYAN

NAVENDA Ragihand û Çapemeniyê ya QSD‘ê encamên şerê ji duh ve heya niha yên qonaxa dawî yan Pêngava Bagera Cizîrê ya "Şerê tunekirinê terorê" aşkere kir.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"1 . Baskê Baxoza Jorîn: Rêxistina terorîst li hemberî nuqteyên ku hêzên me beriya du rojan rizgar kiribûn êrîşeke dijber pêk anîn. Hêzên me duh dîsa êrîş kirin û nuqte vegerandin û 1 km rizgar kirin. Her wiha 9 nuqteyên din ji çeteyên DAIŞ‘ê rizgar kirin.

Di şerê li vê baskî de, 3 mayîn bi beldozereke rakirina mayînan ve teqiya, her wiha ziyanên madî gihiştin erebeya hemer. Mayîna sêyemîn bi wesayîta veguhestina çekdaran ve teqiya di encamê de 10 şervanên me birîndar bûn, rewşa yek ji wan giran e.

Her wiha, li vî baskî, fermandariya me ya meydanî ya hêzên me diyar kirin ku 23 çete hatin kuştin, yek ji wan sekvan bû, nêzî Baxoz bû , di dema nîvro de jî li heman deverê 20 çete hatin kuştin û bi şevê jî 2 çete hatin kuştin.

2. Li baskê li beramberî eniya Baxoz terorîst êrîşeke dijber li hemberî nuqteyên ku hêzên me demên berê rizgar kiribûn, pêk anî. Hêzên careke din êrîş kirin û nuqte dîsa vegerandin û 1 km pêşde çûn, her wiha 7 nuqteyên din rizgar kirin.

Bi giştî ferahiya ku hate rizgarkirin heta niha 3 km2.

3. Hêzên Koalîsyonê duh jî bi awayekî çalak beşdarî operasyonên şer bûn. Di vê çarçoveyê de balafirên şer bargehên çeteyan kirin hedef û bi moşêkan êrîş kirin. Her wiha deverên sabit ên çeteyan jî topbaran kirin. 

ANHA