Heyva Sor a Kurd rojane 250 nexweşan derman dike

Noqteya Tenduristiyê ya Heyva Sor a Kurd a taxa Seyf El-Dewle ya bajarê Reqayê ruxmî derfetên kêm rojane 250 nexweşan bê pere derman dike.

Heyva Sor a Kurd rojane 250 nexweşan derman dike
Heyva Sor a Kurd rojane 250 nexweşan derman dike
Heyva Sor a Kurd rojane 250 nexweşan derman dike
13 îlon, 2018   07:00

REQA

Noqteya Tenduristiyê ya Heyva Sor a Kurd a taxa Seyf El-Dewle ya bajarê Reqayê xebatên tenduristiyê yên wekî derman û tedawîkirina bê pere dimeşîne. Navend ji beşên nexweşiyên hundirîn, zarok, beşa destwerdana lezgîn û ambulansekê pêk tê.

Rojane navend 250 nexweşan ku piraniya wan zarok in, pêşwazî dike û ji aliyê kadroyeke pispor ve tên dermankirin.

Endamê rêveber ê noqteyê Mehmûd Bozo tekez kir ku ew li gorî derfetên heyî di pêşwazîkirina nexweşan de berdewam in.

(şx)

ANHA