Çanda xwe ya kevnar diparêzin

Jinên navçeya Til Birakê wekî her sal bi hatina payîzê re amadekariyên zivistanê dikin. Jin wek kevneşopî berhemên zeviyên xwe depo dikin. Her wiha navçe bi xwarinên wekî şorbeya Kişk navdar e.

Çanda xwe ya kevnar diparêzin
Çanda xwe ya kevnar diparêzin
Çanda xwe ya kevnar diparêzin
Çanda xwe ya kevnar diparêzin
Çanda xwe ya kevnar diparêzin
13 îlon, 2018   07:06

RÊNAS REMO-MÎDYA ELÎ / QAMIŞLO

Her herêmeke Bakurê Sûriyeyê bi xwarinên xwe yên gelêrî tê naskirin ku ji berhemên zeviyên herêmê tên çêkirin. Navçeya Til Birakê ya herêma Cizîrê yek ji wan herêman e. Şênî berhemên zevî û sewalan ji bo zivistanê depo dikin. Ev jî li herêmê bûye wekî kevneşopiyekê.

Xwarina ku navçeya Til Birakê pê navdar e, şorbeya Kişk e. Kişk ji mast û genimê hêrandî tê çêkirin. Mast ji bo 3 rojan tê tişkirin, piştre tev li genim dibe û rojek sax wiha dihêlin. Piştî wê li ser tûrên ji pembo radixin da ku di 3 rojan de zuha û hişk bibe. Di zivistanê de êvaran di avê de tê nermkirin û sibê wek şorbe tê kelandin. 

Her wiha navçe bi xwarina Tirişkiya tê naskirin ku ji firingî, îsot û bacanên reş tê çêkirin. Ev xwarinan nîv saetê tê kelandin, paşê di qinîne yan qetremîzan de tê depokirin.

Jinên navçeyê ji bo amadekariyên zivistanê gelek xwarinan depo dikin, weke tirşû, avbacana sor, avîsot, megdûs û rîçal bi hemû cureyên xwe.

Şênî ne tenê zeytûn, savar û sebze depo dikin, lê belê kuncî diçînin û jê tehîn û helawê çêdikin û ji bo zivistanê depo dikin.

Tevî gelek pêşketinên ku di hemû warên jiyanê de pêk hatine jî lê jinên navçeya Til Birakê ji berhemên zeviyên xwe debara xwe dikin û xwarinan ji bo zivistanê depo dikin.

(şx)

ANHA