Alîgira şoreşa Rojava.. jina filistînî Raîda ye

Di şoreşa Rojava de û destkeftiyên ku taybet jinan bi dest xistine kûr bû. Di dema êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wî yên li ser Efrînê xwepêşandan bi rêxistin dikir, di encamê de hat girtin.

Alîgira şoreşa Rojava.. jina filistînî Raîda ye
Alîgira şoreşa Rojava.. jina filistînî Raîda ye
Alîgira şoreşa Rojava.. jina filistînî Raîda ye
Alîgira şoreşa Rojava.. jina filistînî Raîda ye
Alîgira şoreşa Rojava.. jina filistînî Raîda ye
13 îlon, 2018   06:18

SOLÎN REŞÎD / ŞEHBA

Welatiya bi navê Raîda El-Ehmed 33 salî ye, ji bajarê Nasira a bakurê Filistîn e, yek ji endama komeleyên niştimanî ye, di heman demê de beşdarî xebatên siyasî dibe û cihê xwe de nava çalakiyan de digire.

Raîda di 8 saliya xwe de, di riya kalikê xwe de doza Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dinase. Kalikê Raîda di salên 80‘î de dema ku li Lubnanê bû tevgera rizgariyê û Abdullah Ocalan nas dike, di heman demê de jî perwerdeyê kadoriyên tevgerê dibîne.

Ap û kalikê Raîde beşdarî şerê li hemberî êrîşên Îsraîlê yên sala 1982‘an ên li ser Keleha Şiqêf bûn ku, di wê demê de Îsrîlê bi hinceta tunekirina tevgera rizgariya Filistînê xwestin derbasî Lubnanê bibin. Ji ber şer ap û kalikê Raîda berê xwe dane Tirkiyê, paşê jî Tûnisê, piştî biryara efûyê dîsa vegeriya Filistînê.

Raîda diyar kir ku Kurdistanê ji aliyê geleke welatên desthilatdar ve hatiye mêtîngerkirin. Desthildariyan, yek netew û yek ziman li ser gelê Kurdistanê ferz kirin, mînake herî ber biçav dagirkirina dewleta Tirk hin parçeyên li Bakurê Sûriyeyê ye. Raîda got: "Gelê Kurd ji bo azadiya xwe û rakirina sînorê ku di îtîfaqa Sykes-Picot hatiya lêkirin li ber xwe da û hê jî li ber xwe dide."

Di dema êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser kantona Efrînê, Raîda li bajarê Qudisê xwepêşandan li dijî êrîşên Tirkiyê û piştgiriya Efrînê organize dikir, ji ber çalakiyên wê bê ruxset in, cezayê girtinê 6 mehan lê hate birîn, lê wê teklufeya 3 mehan da û 3 mehên din jî di malê de girtî ma.

Raîda li ser vê mijarê dibêje: "Ji destpêka şoreşa Bakurê Sûriyeyê, di aliyê şoreşê de û destkeftiyên wê, nemaze yên ku jinan qezenc kirine min xwe kûr kir, li ser vê yekê ez tev li şoreşê bûm, ji ber ev şoreş xwedî taybetmendiyeke cuda bû, gelek saziyên jinan hatin vekir. Di dema êrîşên li ser Efrîna bi ewle min gelek xwepêşandênên protestoyê organîze kir."

Raîda El-Ehmed, destnîşan kir ku fikirên Ocalan balkêş û girîng ên, banga azadiya hemû gelên Rojhilata Navîn dike, lewra pêwîste li tevahî Rojhilata Navîn werin piratîkkirin. Raîda dibêje: "Divê hemû dewletên cîhanê li hemberî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevbigerin. Rêbertî hemû keda xwe xist xizmeta gelên bindest da ku ji zulma desthilatdaran bêne xelaskirin.

(bb)

ANHA