Bi hezaran zêviyên çandiniyê dê ji nû ve geş bibe

Meclisa Sivîl a Reqayê bi hevkariya Rêxistina "Afaq Cedîda" bi merasîmekê dest bi sererastkirina pompa avê ya herêma Til Semin kir.

Bi hezaran zêviyên çandiniyê dê ji nû ve geş bibe
Bi hezaran zêviyên çandiniyê dê ji nû ve geş bibe
Bi hezaran zêviyên çandiniyê dê ji nû ve geş bibe
Bi hezaran zêviyên çandiniyê dê ji nû ve geş bibe
12 îlon, 2018   13:59

GIRÊ SPÎ

Nûnerên meclisên herêmî, bi dehan şêniyên herêmê û şandeyek Koalîsyona Navdewletî û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Girê Spî beşdarî merasmê vekirina projeyê bûn.

Beriya ku xebatên projeyê dest pêk bike, axaftin hatin kirin.

Bi navê Meclisa Kantona Girê Spî Hemdan El-Ebid, bi navê komîteya Xizmetguzarî Îzet El-Herma, bi navê Meclisa Til Semin Xelef El-Îyada û bi navê Meclisa Sehlebiya Fatima Hisên axaftin hatin kirin.

Kesên axivîne vekirina projeyê pompa Til Semin li şêniyan pîroz kirin û gotin, ev proje dê jiyanê ji nû ve li herêmên bakurê Reqayê û Girê Spî vegerîne, her wiha spasiya kesên ji bo vekirina projeyê kedê didin û endamên Rêxistina Afaq Cedîda kirin.

Di axaftinan de hate gotin, ev proje dê bi hezaran donim zeviyên çandiniyê yên Til Semin û Hîşê av bide û aboriya herêmê ji nû ve geş bike.

Her wiha hate diyarkirin, ev proje dê 75 rojan berdewam bike û dê zeviyên genim ê avî av bide.

Pompa avê ya Til Semin sala 2000 hate vekirin, 16 donim zeviyên li herêma Til Semin û Hîşayê ava dike, her wiha ava paqij dide du stasyonên avê û bi dehan gundan. Çeteyên DAIŞ‘ê dema herêm dagir kiribûn pomp xirab kiribûn û alavên wê dizî bûn.

 ANHA