Li Mergedayê 6 komîn hatin avakirin

Şêniyên gundên bajaroka Mergeda ya kantona Hesekê 6 komînên xwe ava kirin.

Li Mergedayê 6 komîn hatin avakirin
Li Mergedayê 6 komîn hatin avakirin
12 îlon, 2018   13:33

HESEKÊ

Li gundên El-Kîbar û Dîciyê yên girêdayî bajaroka Mergeda ya kantona Hesekê bi hevkariya meclisa kantona Hesekê bi du civînan 6 komîn hatin avakirin.

Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Di herdu civînan de cîgirê Hevserokatiya Kantona Hesekê Dawud Hec Elî axivî û rola komînan a di rêveberina civakê de û erka dikeve ser milê endaman destnîşan kir.

Piştî axaftina Hec Elî, dengdan pêk hat û hevserokên komînan hatin hilbijartin.

Her wiha komîteyên "Lihevanîn, Ciwan, Xizmetguzarî, Parastin, Aborî û Jin" hatin hilbijartin û endamên wê hatin diyarkirin.

Civîn bi nîqaş û bersiva pirsan bi dawî bû.

(bb)

ANHA