Li Rojhilat grev mezin dibe û rejîma Îranê dest bi êrîşan kir

Li Rojhilatê Kurdistanê greva giştî ya li hemberî êrîşên rejîma Îranê ya li ser gelê Kurd, her ku diçe berfireh dibe. Rejîm êrîşê hinek dikanan kir û deriyê gelek dikanan şikandin. Li gorî wêneyên ji Rojhilatê Kurdistanê hatîn, grevê bandorek mezin a xwe çêkiriye.

Li Rojhilat grev mezin dibe û rejîma Îranê dest bi êrîşan kir
12 îlon, 2018   14:18

NAVENDA NÛÇEYAN

Îro li seranserê bajarên Rojhilatê Kurdistanê greva giştî destpê kir. Zêdetirî 10 bajarên Rojhilatê Kurdistanê li dijî sûcên Hikûmeta Îranê yên li hember gelê Kurd, dikan û bazar girtin.

Destpêkê grev li Sine dest pê kir. Piştî wê li bajarê Merîwan, Kamîran û Bane belav bû. Piştî wan jî li Mahabad, Pîranşar, Serdeşt û Şino hemû dikan û bazar hatin girtin.

Hêzên Hikûmeta Îranê li bajarê Bane deriyê hinek dikanan şikandin û vekirin. Lê ti esnaf li bazarê nebûn û dikanên xwe venekirin.

Li bajarê Mahabad jî rejîmê êrîş birine ser dikanan û dikanan îşaret dikin.

Malbata Ramîn Hisên Penahî jî piştgiriya xwe ya ji bo grevê nîşanda. Malbatê di tora civakî de wêneyek ku di destê wan de posterê Ramîn heyî belav kirin û bi wê re bersiva kesên di grevê de dan.

Gelê Kurd yê Rojhilatê Kurdistanê bi vê greva xwe piştgiriyê da zarokên xwe yên şehîd. Rojhilatê Kurdistanê bi vê greva giştî piştgiriya şehîd Zanyar, Luqman Muradî û Ramin Hisên û 15 şehîdên HDK û HDK-Î’yê kirin.