Milyonek xwendekar berê xwe didin dibistanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

Dibistanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê deriyên xwe ji pêşwazîkirina xwendekaran re vekirin. Nêzî milyonek xwendekar berê xwe da dibistanan. Xwendekar dê li gorî materyalên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bên perwerdekirin û her pêkhateyek bi zimanê xwe perwerde dibe.

Milyonek xwendekar berê xwe didin dibistanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
Milyonek xwendekar berê xwe didin dibistanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
Milyonek xwendekar berê xwe didin dibistanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
Milyonek xwendekar berê xwe didin dibistanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
Milyonek xwendekar berê xwe didin dibistanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
Milyonek xwendekar berê xwe didin dibistanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
Milyonek xwendekar berê xwe didin dibistanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
Milyonek xwendekar berê xwe didin dibistanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
12 îlon, 2018   11:02

RÊNAS REMO / QAMIŞLO

Deste û komîteyên perwerdeyê yên herêmên Cizîr û Firatê û rêveberiyên herêmên Tebqa, Reqa û Dêrazorê ji bo amadekirina materyalên perwerdeyê ji bo sala xwendinê ya 2018-2019'an kedeke mezin da. Li van herêman her pêkhateyek bi zimanê xwe yê dayikê li gorî materyalên ku komîteyên perwerdeyê amade kirine, tê perwerdekirin.

Li navçeya Tirbespiyê ya girêdayî kantona Qamişlo ya herêma Cizîrê Kurd, Ereb û Suryan hene. Her pêkhateyek bi materyalên zimanê xwe yê dayikê tê perwerdekirin.

Dibistanên Tirbespiyê îsal bêtirî 18 hezar xwendekar ji her sê pêkhateyan pêşwazî dike, piştî ku hemû dibistan bi kadroyên wan ên perwerdeyê hatin amadekirin.

Xwendekaran di 11'ê Îlonê de dest bi sala xwe ya xwendinê kir. Rêveberê Komîteya Perwerdeyê yê navçeya Tirbespiyê Kawa Osî diyar kir ku rêjeya hatina xwendekaran di roja yekemîn a sala xwendinê de gelekî baş e û da zanîn ku komîte dê materyalan di hefteya bê de li xwendekaran belav bike.

Kawa Osî got ku komîteyê hezar û 300 mamoste ji bo dibistanên navçeyê amade kirine û ji wan 900 ji bo materyalên erebî, 10 ji bo materyalên suryanî û yên din jî ji bo materyalên kurdî hatine amadekirin.

ANHA