HPG`ê encamên çalakiya li Îdir û Şirnexê aşkere kir

HPG’ê ragihand ku di çalakiya Îdirê de 6 leşker hatine kuştin û di çalakiya Şirnexê de jî hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehatiye tespîtkirin.

HPG`ê encamên çalakiya li Îdir û Şirnexê aşkere kir
HPG`ê encamên çalakiya li Îdir û Şirnexê aşkere kir
12 îlon, 2018   11:04

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya gerîlayê ku li Şirnexê şehîd bûbû, aşkere kir.

HPG'ê di daxuyaniyê de ev agahî par ve kir;

"Roja 11’ê Îlonê seat 10:30’an hêzên me li dijî artêşa TC’ê ya dagirker ku li girê Vacîp û Serbend yê navçeya Qileban a Şirnexê bicih bûbûn çalakiyên hemwext pêk anîn. Bi giranî li herdu girên dijmin hate xistin û hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehate testpîtkirin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê bi topên obus û hawanan herêma Geliyê Pisaxa, Xantûr û Partîzan bi rêk û pêk topbaran kir. Di encama topbranê de şewat derket û şewata li heremê hê jî didome.

Me ragihandibû ku di çarçoveya Pêngava Serfiraziya Şoreşger a ku li Eyaleta Serhedê hatiye destpêkirin, hêzên me di 11’ê Îlonê de saet di 07.40’an de li dijî wesayîteke zirxî ya Kobra ya li Qada Dîlûcû çalakiyek li dar xist û wesayîta zirxî hatibû îmhakirin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin 6 leşkerên di wesayîtê de hatine kuştin.

Di daxuyaniya 3’ê Îlona 2018’an de me ragihandibû ku artêşa TC a dagirker roja 11'ê Tebaxa 2018'an li herêma Pîran a navçeya Qileban a Şirnexê bi desteka hewayî dest bi operasyoneke berfireh kir. Bi piştgiriya balafirên keşfê yên bê mirov, balafirên şer û helîkopterên bi tîpa Kobra bomberdûmaneke giran li herêmê kirin. Ji ber vê bomberdûmanê 3 gerîlayên me yên leheng şehîd bûn. Di heman buyerê de rêhevalê me Şoreş ku têkilya wî bi mere qut bûbû şehîd bû.

Nasnameya rêhevalê me yê şehîd wiha ye;

Nasnav: Şoreş Herekol

Nav û Paşnav: Kemal Cengîz

Cihê Jidayikbûnê: Sêrt

Navê Dayik - Bav: Ferîde - Ahmet

Cih û Demê Şehadetê: Şirnex / 11’ê Tebaxa 2018’an