Li Tîkrîtê erebeyeke bombebarkirî teqiya

Erebeyeke bombebarkirî li nêzî xwaringeha Qelaa li herêma El-Hecac a bakerê Tîkrîtê teqiya, di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 6 kes birîndar bûn.

Li Tîkrîtê erebeyeke bombebarkirî teqiya
12 îlon, 2018   10:49

NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyekî ji Somariya Newsê re destnîşan kir ku îro erebeyeke bombebarkirî li nêzî xwaringeha Qelaa li herêma El-Hecac a bakurê Tîkrîtê teqiya û di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 6 kes birîndar bûn.Her wiha çavkanî da zanîn ku dibe ku hejmara miriyan zêdetir bibe.

Şahidên bûyerê aşkera kir ku hêzên ewlekariyê cihê bûyerê dorpêç kir û birîndar rakirin nexweşxaneyê.

(jo)