Ciwanên Ereb tecrîda li ser Ocalan û dagirkirina Efrînê şermezar kirin

Ciwanên navçeya Til Hemîs tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dagirkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve şermezar kirin.

Ciwanên Ereb tecrîda li ser Ocalan û dagirkirina Efrînê şermezar kirin
12 îlon, 2018   09:06

ŞEHAB EL-EHMED / QAMIŞLO

Bi armanca dûrxistina gelên herêmê ji nirxên neteweya demokratîk, ev 760 roj e dewleta Tirk tecrîda girankirî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û feylesofê neteweya demokratîk ferz kiriye. Der barê mijarê de ciwanên navçeya Til Hemîsê ya herêma Cizîrê, kiryarên dewleta Tirk ên di der heqê Abdullah Ocalan de şermezar kirin û da zanîn ku divê ku bi awayekî lezgîn rêxistinên cîhanê yên girêdayî mafê mirovan destwerdanê bikin. Ciwana bi navê Semîra El-Yunis ji gundê El-Temîm li başûrê Til Hemîs tecrîd şermezar kir û da zanîn ku Tirkiye dixwaze gelê herêmê ji Ocalan qut bike.

Semîra El-Yunis ji rêxistin û partiyên li hemû cîhanê xwest ku zextê li dewleta Tirkiyeyê bikin ku rewşa Ocalan binêrin û destwerdanê bikin, her wiha îşkenceya li welatiyên kantona Efrînê tê kirin, bê rawestandin.

Ciwanê bi navê Ebdil Selam El-Casim ji gundê El-Cefo yê Til Hemîsê tecrîda Îmraliyê şermezar kir û ji saziyên Rêveberiya Xweser xwest rola xwe di hemû çalakiyên azadiya Ocalan de bilîzin û got ku divê hemû gelên herêmê ji bo azadiya Ocalan rabin ser pêyan.

Divê hemû gelên herêmê piştgiriya Efrînê bikin

Der barê mijarê de, welatiyên navçeya Til Hemîsê kiryarên artêşa Tirk a dagirker ku li ser welatiyên kantona Efrînê tên kirin, şermezar kirin û got rojek derbas nabe û tê de kuştin, destdirêjî û revandin çênabe. Lê bêdengiya navneteweyî û herêmî û taybet rêxistinên mafên mirovan û neteweyên yekbûyî dewam dike, welatiyên navçeyê bêdengiya rêxistinên navneteweyî şermezar kir.

Ebdilselam El-Casim kiryarên Tirkiyeyê der heqê welatiyên Efrînê de şermezar kirin û wiha got: "Divê hemû pêkhate piştgiriya gelê me yê Efrînê bikin."

Di heman demê de ciwanê bi navê Ziyad El-Telfah ji bajarokê Ebo Cirin axivî û wiha got: "Bi navê ciwanên Ereb û ji hundirê navçeya Til Hemîs em kiryarên çeteyên artêşa Tirk a dagirker li ser welatiyên Efrînê û qutbûna zarokan ji xwendinê, şermezar dikin." El-Telfah got dê bajarê Efrînê rizgar bikin. El-Telfah ji Meclisa Ewlekariya Navneteweyî xwest ku zarokên Efrînê ji kiryarên Tirkiyê ku nehiştin biçin dibistanên xwe, rizgar bikin.

(jo)

ANHA