Şaredariya Gel a El-Cirniyê û salek têr û tijî ji xebatan

Şaredariya Gel a El-Cirniyê rêzexebat û proje pêk anîn. Ruxmî derfetên kêm û gelek êrîşan, dîsa jî gelek xebat dan meşandin.

12 îlon, 2018   07:34

UDEY EL-EHMED / TEBQA

Şaredariya Gel a El-Cirniyê piştî vekirina wê di 10'ê Îlona sala borî de, bi armanca peydakirina hawîrdoreke guncaw ji bo vegera şêniyan, gelek xebatên xizmetguzariyê ji paqijî û avê bi derfetên xwe yên sînordar meşandin.

DAIŞ'ê ji bo ku rê li ber pêşdeçûnên şervanan di pêngava rizgarkirinê de bigire, gelek pir wêran kirin. Ev jî di dema lehiyan de bandoreke neyînî û gelek zirar gihand bajarok û gundewarên wê. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê Şaredariya Gel a El-Cirniyê û bi hevkariya tîmên endezê yên taybet ên QSD'ê pirek medenî li gundê Xirbet El-Şeferat ava kir, pira gundê Im El-Eswed û rêya wê sererast kirin. Di dema niha de amadekariyên sererastkirina pira bajarokê El-Tinêre, El-Tşanê û pira gundê El-Miwêlih dike.

Her wiha beşa xedemî ya şaredariyê bi armanca vegerandina bedewî û ronakiya bajarokê peyarêyên sereke û deriyên dikanên rêya sereke a ku di nav bera El-Cirniyê û El-Mehmudlî, rêya giştî ya bajarok ji destpêka têketina bajaro ji aliyê rojhilat ve û heta dawiya beşa aliyê rojava boyax kirin.

Her wiha ji bo hêsankirina tevgera welatiyan û parastina jiyana wan rêyên sereke yên bajarok sererast kirin.

Şaredariyê xebatên paqijiyê bi armanca parastina xuyanga bajêr û ji bo rê li ber belavbûna mêş û kêzikan bigire, çopên ku li geliyê El-Cirniyê li navenda bajarokê kom bûbûn û çopên gundên din rakirin û bir Geliyê Cehnimê. Her wiha karkerên paqijiyê rojane kolanên bajarokê paqij dikin.

Têkildarî pirsgirêka toreyên kanalîzasyonê, şaredarî di vî warî de gelek xebat meşandin û nêzî 13 noqteyan rager amade kirin û pirsgirêka toreya kanalîzasyonê ya gundê El-Sumre çareser kir.

Beşa Hawîrdorê xweşikiya bajarok vedigerîne

Wekî her warekî jiyanê dar ji binpêkirinê DAIŞ'ê nefilîtin. Çeteyan nedihişt ku şênî daran av bidin, dar qut dikirin û ji bo germbûnê ew difirotin. Ji ber wê qadên hêşîn li bajarok kêm bûn. Beşa Hawîrdorê ji bo vegerandina qadên hêşîn û jiyana xwezayî darên mirî qut kirin û ji bo çandina darên nû xebatên pêwîst kirin.

Her wiha beşê gelek kolan ji gihayên bizirar paqij kirin. Tevî wê jî, ji bo rê li ber belavbûna mêşan di dema havînê de bigire dermanên kurmikan wergirtin. Rojane li bajarok û derdora wî derman direşand.

Xebatên Beşa Zabîte

Ji bo birêxistinkirina hemû sûk û dikanan û ji bo rê li ber keysbaziyê bigire Beşa Zabîte rojane di nav sûkê de digere.

Beşa tenduristiyê

Ji bo parastina jiyana welatiyan Beşa Tenduristiyê bi hevkariya Beşa Zabîte di nav sûkan de digerin û her wiha her sê cure dermanxaneyan (çandinî, mirovî, beyterî) dişopîne.

Beşa Tenduristiyê hemû madeyên demborî yekser telef dike.

Yekîneya Avê

Yekemîn xebatên ku Yekîneya Avê pê rabûye, projeya nirxandina toreyên avê bû. Yekîneyê gelek toreyên avê sererast kir. Her wiha werşeyên sererastkirinê stasyonên hilmijan El-Tinêre û El-Tawî sererast kir. Ev her du stasyon avê digihînin 100 gundên El-Cirniyê.

Buroya Qanûnî

Buro hemû dozên muxelefeyan ku ji şaredariyê derketine û dozên giliyên welatiyan li ser şaredariyê dişopîne. Her wiha buro mal û milkên şaredariyê bi rêxistin dike, mohrkirina peymanên kirêyê (îcar), ragihandina muneqeseyan û şert û mercên wê diyar dike.

Ruxmî xebatên Şaredariya Gel a El-Cirniyê, ji ber kêmbûna alavên pêwîst nikare baş bi erkên xwe rabe.

Komîteya Şaredariyan û Rêveberiya Herêmî ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê ji bo alîkariya Şaredariya Gel a El-Cirniyê, tireksek û qelebeyek radestî wê kirin.

Tê zanîn ku bajarokê El-Cirniyê di 15'ê Kanûna 2016'an de ji aliyê şervanên QSD'ê ve ji DAIŞ'ê hate rizgarkirin.

(şx)

ANHA