Li Şehbayê ji bo 100 kesî derfeta kar  

Desteya Aborî ya girêdayî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê heta niha gelek derfetên kar ji şêniyan re peyda kirin.

Li Şehbayê ji bo 100 kesî derfeta kar  
Li Şehbayê ji bo 100 kesî derfeta kar  
Li Şehbayê ji bo 100 kesî derfeta kar  
Li Şehbayê ji bo 100 kesî derfeta kar  
Li Şehbayê ji bo 100 kesî derfeta kar  
Li Şehbayê ji bo 100 kesî derfeta kar  
12 îlon, 2018   07:37

SOLÎN REŞÎD / ŞEHBA

Di encama êrîşên artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê de ji 20'ê Çileya vê salê ve şêniyên Efrînê neçar man ji malên xwe derkevin û li Şehbayê bi cih bûn. Di heman demê de kantona Şehbayê di encama şeran de wêran bûbû.  

Ji bo peydakirina derfetên kar ji şêniyan re Desteya Aborî pere bi deyn dide şêniyan da ku projeyan vekin û bi vî awayî derfetên kar hatin peydakirin.

Yek ji wan projeyan projeya îsota sor e. Di nav projeyê de 100 karker dixebitin. Miqdarên mezin ji berhema îsota sor tînin, dişon û li ber tavê zuha dikin û piştre li navçeya Kefer Naya dihêrin.

Têkildarî mijarê berpirsa karkeran Abdulezîz Hemû yê ji şêniyên gundê Dîkê yê herêma Raco ya kantona Efrînê wiha got: "Ev proje ji bo peydakirina debara rojane ya şêniyên Efrînê firseteke baş e. Destheqê her karkerekî rojane li gorî kîloyên ku çêdike heta 3 hezar û 500 lîreyên Sûriyeyê ye.

Her wiha Hemû destnîşan kir ku ew ji bo firotina miqdara depokirî ji îsota sor a hûr di nav kantonê de dixebitin û her wiha plan dikin ku berhemê bişînin derveyî kantonê.

Ji aliyê xwe ve karkerê bi navê Osman Elî yê ji Şêniyên Efrînê jî wiha got: "Em bê kar mabûn, lê bi saya van projeyan me dest bi kar kir û debara xwe ya rojane peyda kir."

(şx)

ANHA