Di nav nîqaşan de geraca Girkê Legê

Geraca veguhastinê ya Girkê Legê ji bo kêmkirina aloziya trafîkê ya bajêr gaveke erênî tê hesibandin. Lê hin kesên din dibînin ku barê welatiyan zêde dike. Her wiha ajokar ji ber kêm xizmetan bi gazinc in.

Di nav nîqaşan de geraca Girkê Legê
Di nav nîqaşan de geraca Girkê Legê
Di nav nîqaşan de geraca Girkê Legê
Di nav nîqaşan de geraca Girkê Legê
12 îlon, 2018   07:32

KELSÛME ELÎ-LÎNA CANGÎR / QAMIŞLO

Di meha Hezîranê de Şaredariya Gel a Girkê Legê ji bo kêmkirina aloziya trafîkê û birêxistinkirina tevgera erebeyên veguhastinê yekemîn geraca veguhastinê vekir.

Gerac dikeve rex Peymangeha Baz a Zanistên Fêrkirinê li rojavayê bajêr û li ser rûbara 2 hezar û 250 metrekare hate avakirin.

Nêrînên şêniyan ên berovajî hev

Avakirina geracê di birêxistinkirina trafîkê û kêmkirina aloziya qerebeliqê de weke gavek erênî ye. lê ev ne nêrîna hemî şêniyan e û bi taybet şêniyan gundan û karemendan. Ji ber ku bi avakirina geracê şênî neçar dimînin erebeyên xisûsî bigirin da ku bigihêjin geracê. Ew jî barê wan ê madî zêde dike.

Bandoreke neyînî li sûkê kir

Ev biryar ne tenê cihê giliyên şêniyan bû li belê bandorek neyînî li sûkên bajêr kir.  Şênî ji bo ku nêzî geracê bin, naçin dikanên ku li navenda sûkê ji ber wê karê wan dikanan paş ketiye.

Şêniyan gilî û rexneyên xwe gihandin şaredariyê. Şaredarî jî daxwaza şêniyan bi cih anî û li gorî hinek şert û mercan destûr da ku erebeyên veguhastinê di kolana giştî re derbas bibin.

Ajokar bi awayekî giştî bi projeyê razî ne

Ajokar bi awayekî giştî bi projeya geracê razî ne. lê ji ber kêm xizmetên li gercê weke tunebûna destavê, çavşokê û cihê rawestandina ajokar û şêniyan û ji ber ku zemîna geracê nehatiye qîrkirin bi gilî û gazinc in.

Têkildarî mijarê ajokarê bi navê Abdulkerîm Mihemed got: "Em li geracê ji saetên serî sibehê ve û heta êvarê li vir dimînin. Lê ji ber tunebûna cihên xizmetê em arîşeyan dikşînin. Her wiha bang li şaredariyê kir û xebatên xwe temam bike.

Şaredarî dê geracê amade bike

Rayedarên Daîreya Fenî ya Şaredariya Fel tekez kir ku werşeyên kar ên girêdayî şaredariyê ji bo temamkirina xebatin avakirina geracê di rojên pêşiya me de dê dest pê bikin. Lê qîrkirina zemîna geracê ji hin pirsgirêkan dê dereng bimîne.

(şx)

ANHA