Du birayên ku mohra xwe li berxwedanên Heleb û Efrînê da

Du bira, hevrê û şervanên YPG’ê, li rex hev parastina taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê kir û cihê xwe di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de girt. Soz dan û soza xwe pêk anîn. Birayek ji wan derket asta şehadetê û yê din birîndar vegeriya.

Du birayên ku mohra xwe li berxwedanên Heleb û Efrînê da
12 îlon, 2018   04:20

EHMED REŞÎD – SÎLVA MISTEFA / HELEB

Hisên Zekeriya El-Fedawî û Yûsif Zekeriya El-Fedawî birayên hev in û ji pêkhateya Ereb in. Li bajaroka Til Koçer ê kantona Qamişlo ya herêma Cizîrê ji dayik bûne. Her du bira li taxa Henano ya bajarê Helebê mezin dibin. Di sala 2014'an de ji ber hovîtiya komên çete koçberî taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê dibin.

Li taxa Şêxmeqsûd her du birayan aramî û ewlehî li taxê dît û biryar dan ku cihê xwe di nava refên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de bigirin.

Hisên navê Zagros wek navê xwe yê tevgerî pejirand û Yûsif jî navê Yûsif Ebû El-Nûr wek navê xwe yê tevgerî pejirand.

Her du birayan mohra xwe li rizgarkirina taxên Helebê da

Her du şervanên YPG'ê Zagros û Yûsif Ebû El-Nûr cihê xwe di nava berxwedana Helebê de girt û di eniyên pêş ên berxwedana taxa Şêxmeqsûd de 5 salan li ber xwe da. Her du bira beşdarî xebatên rizgarkirina taxên Seken Şebabî û Eşrefiyê bûn û bi lehengî di rizgarkirina taxên rojhilatê bajarê Helebê de cih girt.

Şervan Yûsif Ebû El-Nûr ku niha cihê xwe li eniyên berxwedanê yên taxa Şêxmeqsûd de digire, ji ajansa me ANHA'yê re têkildarî beşdarbûna wî û birayê xwe di pevçûnên Helebê de axivî. Ebû El-Nûr da zanîn ku sedema beşdarbûna wan a nava YPG'ê ew e ku wan hêza YPG'ê wek hêza parastina hemû pêkhateyan dîtiye û ti ferq û cudahiyê naxe nava pêkhateyan û hêza tekane ye ku li ser erdê îspat kir ku şerê terorê dike û parastina gel dike.

Bi lehengî beşdarî Berxwedana Serdemê bûn

Piştî ku artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê êrîşên xwe li dijî herêma Efrînê dane destpêkirin, her du birayan tavilê ji fermandariya xwe xwest berê xwe bidin herêma Efrînê û cihê xwe di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de bigirin. Li ser daxwaza her du şervanan fermandariyê daxwaza wan erê kir û bi vê yekê her du birayan berê xwe da herêma Efrînê.

Her du şervan Zagros û Ebû El-Nûr di nava du yekîneyên YPG'ê de li eniya Kevrê Ker a devera Raco ya Efrînê li dijî komên çete li ber xwe da. Di encama êrîşên ezmanî û tankên Tirkiyeyê yên dubare li dijî eniya Kevrê Ker, Yûsif Ebû El-Nûr bi giranî birîndar dibe.

Têkoşer Zagros birayê xwe Ebû El-Nûr radike û dibe Nexweşxaneya Avrîn a bajarê Efrînê û tavilê careke din vedigere eniyên berxwedanê û bi israr li dijî êrîşên komên çete li ber xwe dide.

Li vir têkoşer Zagros piştî ku careke din vedigere eniya berxwedanê, piştî berxwedaneke bêhempa derdikeve asta şehadetê.

Yûsif Ebû El-Nûr di axaftina xwe de got ku ew bi şervantiya xwe di nava YPG'ê de ji pêkhateya Ereb serbilind e û bi şehadeta birayê xwe jî di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de gelekî serbilind e û soza xwe ji bo şopandina rêya şehîdan da û got ku heta azadî pêk tê dê têkoşîna xwe bidomîne û wiha anî ziman: "Em amade ne giştî axa Sûriyeyê ji terorê biparêzin. Ez amade me canê xwe fidayî axa Efrînê û welatiyên wê bikim."

Şervan Yûsif Ebû El-Nûr piştî ku hate dermankirin bi israr berê xwe da eniyên taxa Şêxmeqûd û soza tolhildana birayê xwe Zagros da.

ANHA