Navenda tenduristî ya Ziraganê xizmete dide 45 hezar kesan

Li navçeya Zirganê cara yekem ji aliyê Rêveberiya Xweser ve navenda tenduristî ya Şehîd Şervan hat vekirin û xizmetê dide navçeyê û 70 gundên wê.

Navenda tenduristî ya Ziraganê xizmete dide 45 hezar kesan
Navenda tenduristî ya Ziraganê xizmete dide 45 hezar kesan
Navenda tenduristî ya Ziraganê xizmete dide 45 hezar kesan
12 îlon, 2018   05:42

BÊRÎTAN MEDUSA – SOZDAR XELÎL / HESEKÊ

Zirgan, navçeyeke herêma Cizîrê ya rojavayê Kurdistan ku dikeve herêma Serêkaniyê ya girêdayî kantona Hesekê. Zirgan 30 km dikeve rojhilatê  Serêkaniyê. 70 gund bi Zirganê ve girêdayî ne. Serjimara Zirgan û 70 gundên wê, 45 hezar kes e. Cara yekem di bin sîwana Rêveberiya Xweser de cihekî tenduristiyê li Zirgan hat vekirin. Beriya 3 mehan li navçeyê navenda tenduristî ya Şehîd Şervan hat vekirin. Gelê navçeyê ku ji bo nexweşiyek sivik jî gelekî rê diçû, niha êdî ji vî barî xilas bû.

Navenda tenduristî ji saet 08.00’an heta saet 14.00’an bi 3 bijîşk û 5 hemşîreyan xizmetê dide gel. Di navendê de 3 beş; jin, hundirîn û beşa zarokan hene. Hemû lênêrîn û derman bê pere ne.

Ji rêveberiya navenda tenduristî Dr. Mihemed Şêxmûs El-Elî li ser kar û xebatên navendê diyar kir ku her meha ku derbas dibe, zêdetir gel serdana navenda wan dike û wiha got: “Ji roja navend  vebûye heta niha roj bi roj kesên serlêdana me dikin zêde dibin. Di meha 6’ an de 280, di meha 7’an de 462 û di meha 8’an de jî 579 kesan serdana me kir.”

‘Derman kêm in’

Dr. Mihemed El-Elî destnîşan kir ku dema nexweşên giran tên cem wan, radikin Nexweşxaneya Roj a Serêkaniyê û wiha axivî: “Ji ber ku zêde derfetên me tune ne. Ji bo ku em baştir xizmetê bikin, cîhaza laboratuvarê, cîhaza îko û ya sûretan pêwîst in. Me ji bo peydakirina wan serî li Desteya Tenduristiyê ya Cizîrê daye, em li benda bersivê ne.”

Dr. Mihemed da zanîn ku yek ji tiştên kêm jî derman in û gotinên xwe wiha bi dawî kirin: “Dermanên me Rêxistina Bijîşkên Cîhanî peyda dike. Lê heta niha jî kêmbûna dermanan heye. Her meh ew serdana me dikin, em jî vê pirsgirêkê ji wan re dibêjin.”

(kc)

ANHA