ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12.09.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12.09.2018
12 îlon, 2018   04:00

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawîn a pêngava Bagera Cizîrê ya bi navê ‘Şerê dawîkirina terorê’ dê were şopandin.

-Ji bo endamê Hêzên Asayîşa Qamişlo Ebdulfetah Ehmed konê taziyê tê vedan. Saet 12:00. Şêniyên bajarê Kobanê jî ji bo endamê Hêzên Asayîşê Celal sersaxiyê dixwazin. Saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Civîna salane ya Rêveberiya Çandinî û Sewaldariyê ya herêma Cizîrê ku li bajarê Qamişlo hate destpêkirin, di roja duyemîn de didome, di civînê de rêzikname dê were nîqaşkirin. Saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Du bira, hevrê û şervanên YPG’ê, li rex hev parastina taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê kir û cihê xwe di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de girt. Soz dan û soza xwe pêk anîn. Birayek ji wan derket asta şehadetê û yê din birîndar vegeriya. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- 7 salên bi êş û azar li ser wan re derbas bûn, şênî dixwazin wan bîranînan ji bala xwe bavêjin û rûpeleke nû ji jiyaneke xweş bitewînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANALÎZ

- Parêzgeha Idlibê êdî bûye nuqteya kombûna hemû kêmên terorîst ên ji welatên Ewropa û Asayayê. Komên ku em qala wan dikin ji aliyê desthilata AKP‘ê ve derbasî Sûriyeyê hatin kirin, ku berjewendî û armancên wê yên vejandina serdema Osmaniyan bi cih bîne, lê diyar e ku Tirkiyê di mijara Idlibê de bi hesanî dev ji çeteyên xwe berande û wan bi tenê nahêle. (BI WÊNE)

JIN

- Jin destkeftiyên girîng di aliyê beşê çandiniyê de bi dest xwe ve tînin da ku sîstema xwetêrkirinê pêk bînin û di aliyê çandiniyê de li herêma Reqa pêşeng in. Jin bi xebatên xwe yên aborî debara xwe dikin. Zeviyên li ber çemê Firatê derfeta karê çandiniyê û bi taybet ji jinan re peyda kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Hejmarek jinên ku rêxistinên jinan û saziyên sivîl de dixebetin destnîşan kir ku pêwîst e jin di vê merheleyê de hevgirtina xwe xurt bikin û di bin sîwanekê de jinan biparêzin. Jinan diyar kir ku rêjiya desthildariya li ser jinan li Efrînê zêde bûye.

CIVAK Û JIYAN

- Şaredariya Gel a El-Cirniyê rêze xebat û proje pêk anîn. Ruxmî kêm derfetan û astengiyan gelek xebat da meşandin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Buroya Hawîrdorê ya navçeya Til Hemîsê hewl dide deverên hêşîn ên li herêmê zêde bike û alîkariya beşa çandiniyê bi rêya krediyan dike û tovên çandiniyê, semad û sotemeniyê ji cotkaran re peyda dike da ku rê li pêşiya beyarbûna herêmê bigire. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Li navçeya Zirganê cara yekem ji aliyê Rêveberiya Xweser ve navenda tenduristî ya Şehîd Şervan hat vekirin û xizmetê dide navçeyê û 70 gundên wê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Rexmî rexneyên şêniyan jî lê pirsgirêka ne başiya nan li Dêrikê hê jî nehaiya çareserkirin, li gel wê jî pirsgirêka di belavkirina nan de jî azarên welatiyan zêde dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Desteya Aborî ya Kantona Efrînê bi projeyekê derferên kar ji 100 kesî re peyda kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Geraca veguhestinê ya Girkê Legê ji bo kêmkirina aloziya tirafîkê ya bajêr gavek erênî tê hesbandin. Lê hin kesên din dibînin ku barê welatiyan zêde dike. Her wiha ajokar ji ber kêm xizmetan bi gazinc in. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA