Jiyana herêma El-Kerama piştî rizgarkirinê

Piştî rizgarkirina El-Kerama ji DAIŞ'ê, jiyan hêdî hêdî vedigere herêmê. Saziyên sivîl ji destpêka avabûna xwe ve xebatên jinûveavakirinê dimeşînin.

Jiyana herêma El-Kerama piştî rizgarkirinê
Jiyana herêma El-Kerama piştî rizgarkirinê
Jiyana herêma El-Kerama piştî rizgarkirinê
Jiyana herêma El-Kerama piştî rizgarkirinê
Jiyana herêma El-Kerama piştî rizgarkirinê
11 îlon, 2018   06:59

FÎRAS TEYAWÎ / REQA

Herêma El-Kerama dikeve aliyê rojhilatê bajarê Reqayê, ser beravê bakurê çemê Firat. Erdîngeriya herêmê li ser dirêjahiya çemê Firat bi 70 km dirêj dibe. Di navenda wê re rêya navdewletî ya Reqa-Dêrazorê û Mûsilê heye.

Herêma El-Kerama ji 3 bajarokan; El-Hemerat, El-Cedîdet û El-Hews pêk tê. Piraniya niştecihên wê ji êla Efadila (El-Birîc) ne.

Ji ber cihê wê li ser berava çemê Firatê şêniyên herêmê debara xwe bi çandiniyê û sewalkariyê pêk tînin. Gelek berhem wekî dan, pembo, garis, çelema şekir û sebze tên çandin. Lê beşa sewalkariyê ji ber ku mesrefa xwe zêde ye, bi paş ketiye.

El-Kerama di aloziya Sûriyeyê de

Şêniyên herêma El-Kerama di sala 2012'an de tev li xwepêşandanên aştiyane bûn. Di 20'ê Çileya 2013'an de ket bin serweriya Artêşa Azad, piştre jî DAIŞ heya dawiya 2014'an di herêmê de ma.

Şênî di her du deman de rastî binpêkirinan ji kuştin, revandin, dizî û îşkenceyê hatin. Ji ber wê beşek ji wan koçberî herêmên ewle bûn.

Operasyona rizgarkirinê

Herêma El-Kerama di çarçoveya pêngava Xezeba Firatê de di 18‘ê Adara 2017‘an de hate rizgarkirin. Di oprasyona rizgarkirinê de DAIŞ'ê sivîlên herêmê wek mertalên zindî bi kar anîn, lê şervanên QSD'ê sivîl parastin. Piştî wê gelek welatiyên herêma El-Keramayê tev li pêngava rizgarkirina herêmê bûn.

Di 21'ê Adara 2017'an de Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bi armanca pêşwazîkirina sivîlan Kampa El-Kerama li nêzî çiyayê El-Menexêr ava kir. Şênî nêzî 7 mehan li kampê man. Piştî ku herêm bi ewle bû û tîmên bêbandorkirina mayinan ên girêdayî QSD'ê herêm ji mayinan paqij kir, şênî vegerîn malên xwe.

Li herêmê jiyaneke nû

Di 5'ê Tebaxa 2017'an de şêniyan dest bi xebatên jinûveavakirinê kir, herêm ji bermahiyên şer paqij kir. Ji bo rêvebirina karûbarên welatiyan meclisên herêmê yên El-Kerama yên rojhilat û rojava, Meclisa El-Hûs û tevî şaredarî hatin avakirin.  

Her wiha Meclisa El-Kerama, Dîwana Dada Civakî, Mala Jinan, Navenda Ciwanan, Buroya Perwerde û Fêrkirinê û Buroya Çandiniyê hatin avakirin. Tevî avakirina wan saziyan dibistan hatin vekirin.

Têkildarî mijarê hevserokê Şaredariya Gel a El-Keramayê Xalid El-Xemrî wiha got: "Ruxmî kêmderfetan, bi desteka ciwanên me karîbû herêmê ji nû ve ava bikin. Îro şênî jiyana xwe ya rojane didomînin. Her kes cotkar û karmend diçin ser karê xwe û zarok jî diçin dibistanê."

Ewlehî

Piştî rizgarkirinê û ji bo parastina ewlehî û aramiya herêmê Cîhaza Ewlehiya Hundirîn di nav de Beşa Trafîkê ava bû.

Têkildarî mijarê endamê rêveber ê Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Herêma El-Keramayê Mihemed El-Bircis destnîşan kir ku ew û ji bo parastina ewlehiya şêniyan 24 saetan dixebitin.

(şx)

ANHA