Xebatên Komîteya Aborî ya Tebqayê

Komîteya Aborî ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê ji bo pêşxistina her du berhemên çandiniyê û sewlkariyê gelek proje bi cih anîn û planên nû danîne.

Xebatên Komîteya Aborî ya Tebqayê
Xebatên Komîteya Aborî ya Tebqayê
11 îlon, 2018   07:08

UDEY EL-EHMED - EYŞA MIDEWAR / TEBQA

Di nava salekê de Komîteya Aborî bi hemû sazî û karîgeriyên xwe ji bo pêşxistina her du beşên çandinî û sewalkariyê gelek xebat û proje bi cih anîn. Di vê çarçoveyê de Karîgeriya Çandiniyê ji bo çandina darên zeytûnê desteka pêwîst ji şitil û semadê pêşkêş kir.

Tevî wan xebatan Komîteya Aborî û bi hevkariya Komîteya Sotemenî mazot li cotkaran belav kir.

Têkildarî mijara proje û xebatên ku karîgerî pêşkêş dike hevserokê Komîteya Aborî Ehmed El-Silêman wiha axivî: "Komîte û bi rêya karîgeriyê binsaziya avahiya çandiniyê ya bajarokê El-Mensûrayê ya rojhilatê gundewarê Tebqayê sererast dike. Piştî bidawîbûna vê xebatê dê semad di embaran de depo bike û li cotkaran belav bike."

Her wiha ji aliyê berhemên daristanî û meşteleyên çandiniyê ve, xebatên sererastkirina hilmij û kanalên avê yên her du cihên El-Kerîn ên Daristanî 1 û 2 yên ku dikevin rojavayê gundewarên Tebqayê, didomin. Têkildarî mijarê El-Silêman wiha got: "Çeteyên DAIŞ'ê stasyonên hilmijê yên qanaya El-Belîx bi temamî wêran kiribûn, ji bo sererastkirina wê werşeyên fenî û mekanîk dixebitin."

Di warê sewalkariyê de Komîteya Aborî bi rêya buroyên pispor di karîgeriyê de Hingara 1 ya devera medceneyên mirîşkan Ebo Qibêi ya rojhilatê bajarê Tebqayê ji nû ve sererast kir.

Komîteya Çandiniyê ne tenê xebatên vê salê dimeşîne, lê belê ji bo sala bê gelek proje û plansaziyeke dewlemend ji bo pêşxistina beşa çandiniyê plan dike. Li gorî El-Silêman girîngtirîn proje, projeya jinûvesererastkirina depoyên genim û Hingar 2 a Ebo Qibêi, jinûvevekirina qanayên avdanê û vekirina dermanxaneyên çandiniyê ye.

(şx)

ANHA